Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Serhedo li Balafirgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hat desteserkirin.
Hunermendê Kurd Serhedo ji bajarê Hannoverê yê Almanyayê hat Amedê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), dema ku ew gihîştiye balafirgehê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Heta niha sedema desteserkirina wî bi awayekî eşkere nehatiye ragihandin.
Ji bo mîtîngê hatibû
Serhedo ji bo beşdarbûna mîtînga ku dê 28ê Hezîranê li Amedê bi navê "Mîtînga Azadiyê" were lidarxistin bi rê ketibû.
Ew dê di wê mîtîngê de derketa ser dikê û stranên xwe xwe pêşkêş bikira.
.webp&w=3840&q=75)


.jpg&w=3840&q=75)