Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bajarê Dihokê pirtûkeke bi zimanê Erebî li ser komkujiya li Kurdên Êzidî û rewşa jiyana rizgariyan bê belavkirin.
Nivîskarê pirtûkê dibêje wî qala wê yekê kiriye bê divê çi bê kirin da ku komkujî careke din ducare nebe.
Navê pirtûkê “Komkujiya Êzidiyan: Lêkolînek li ser Bîr û Dadperweriyê” ye.
Pirtûk ji aliyê nivîskar Heso Hurmî ve bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin.
Pirtûk dê îro li bajarê Dihokê bi merasîmekê ji xwîneran re bê nasîn.
Heso Hurmî li ser pirtûka xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Derketina DAIŞê, sedemên derketinê û bandorên wê di nava pirtûkê de hatine eşkerekirin."
Pirtûk ji 212 rûpelan pêk tê û nivîskarê Îraqî Dr. Seed Selûm pêşgonek jê re nivîsiye.
Pirtûk her wiha li Dihokê hatiye çapkirin.
"Ma ev tawan digihin asta komkujiyê?"
Heso Hurmî da zanîn ku di pirtûkê de tawanên ku li hemberî Êzidiyan hatine kirin tên nîqaşkirin û got:
"Her wiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku gelo ev tawan digihin asta komkujiyê yan na?
Paşê hatiye şîrovekirin ku piştgiriyên ji bo Êzidiyan gihiştine kû derê û di çi astê de ne."
Nivîskarê pirtûka "Jenosîda Êzidiyan: Lêkolînek li ser Bîr û Dadperweriyê" destnîşan kir ku wî di beşeke pirtûka xwe de qala zarokên DAIŞê kiriye.
Hurmî anî zimên, “Ew zarokên ku ji bavekî DAIŞî çêbûne dê çi bê serê wan? Ev hemû hatine behskirin û lêkolîn li ser wan hatiye kirin.”
Rêlibergirtina komkujiya nû
Li gorî gotina Heso Hurmî, di naveroka pirtûkê de hatiye eşkerekirin ku divê çi bê kirin da ku li Kurdistanê careke din li hemberî ti pêkhateyan komkujî ducare nebe.
Merasîma danasîna pirtûkê îro saet 18:00an li Pirtûkxaneya Botanî ya li bajarê Dihokê tê kirin.
Amarên revandî û qurbaniyan
Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî, 3yê Tebaxa 2014an di êrişa çekdarên DAIŞê ya li Şingalê û derdora wê de 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin revandin.
Di heman êrişê de li hemberî bi hezaran kesan komkujê hat kirin û hatine windakirin.
Li gorî amaran, heta dawiya meha gulana îsal 3 hezar û 595 Kurdên Êzidî yên ku DAIŞê ew revandibûn hatine rizgarkirin.
Lê hîn jî çarenivîsa nêzîkî 2 hezar û 500 kesan ne diyar e û winda ne.


.jpg&w=3840&q=75)
