کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Pirtûka Karosh Tahayê ya bi navê Beschreibung Einer Krabbenwanderung / Wêne: Rûdaw

Pirtûka Karosh Tahayê ya bi navê Beschreibung Einer Krabbenwanderung / Wêne: Rûdaw

Çand

Gelo Kurdbûn dikare ji şerm û jixwenefretê sax bifilite?

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Rojda Yaşîk
Rojda Yaşîk08-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê ji bo xwendina bi Kurdî pêşangeheke taybet hat vekirin
Çand05-06-2026

Li Hewlêrê ji bo xwendina bi Kurdî pêşangeheke taybet hat vekirin

Weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê çima beşdarî pêşangeha li Hewlêrê nebûn?
Çand04-06-2026

Weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê çima beşdarî pêşangeha li Hewlêrê nebûn?

Xwînerê Hêja;

Ev nivîsa pêncem a rêzenivîsên Wêjeya Nifşê Duyem ê Kurdên Diyasporayê ye. Vê hefteyê min nûxuriya Karosh Tahayê xwend; Beschreibung Einer Krabbenwanderung an jî dibe ku mirov navê pirtûkê wiha wergerîne; Danasîna Koçeke Kevjalan.

Pirtûk 2018an de der çûye û 236 rûpel e.

Heke min navê Karosh Tahayê di Festîvala Wêjeya Kurdan li Sirgûniyê ya Berlînê de nebihîstiya, min ê  nizanibûya ku nivîskareke Kurd a wiha heye.

Ez naxwazim li vê derê bi dirêjî behsa festîvalê bikim lê, ji bona xwînerê lêkolîner, https://youtu.be/0CSk9dzioog?list=PLIYBMTMrq27mNZJwsxax4OEWqqoMffSZG hûn dikarin li vê derê festîvalê temaşe bikin.

Wek li ser bergê pirtûka Karosh Tahaye hatiye nivîsin; “Ew 1987an de li Zaxoya bakurê Îraqê hatiye dinyayê û digel malbata xwe di 1997an de koçî Almanyayê kiriye.”

Karosh Taha bi vê romana xwe ya yekem, me dike mêvanê maleke Kurd a li taxeke koçberan, li bajarekî Almanyayê.

Wekî min di nivîsa xwe ya yekem a derbarê pirtûka Agri İsmail de jî behs kiribû; di vê pirtûkê de jî mal navenda çîrokê ye û temsîla Kurdbûnê dike. Em çîroka vê malê û malbatbûnê ji nêrîna lehenga sereke, Sanaayê dixwînin. Sanaa bîst û du salî ye û xwendekara zankoyê ye.

Dêya wê Asîja di depresyonê de ye. Di nav malê de wekî siyekê digere. Ji sibê heya êvarê bêyî ku ti tiştî bike, dikeve temaşeya dîwaran.

Bavê wê Nasser, di karên rojane de dixebite. Gelek caran bi şevan jî nayê malê. Dema tê malê jî bala wî ne li ser zarokên wî û hevjîna wî ye. Hema bibêje Nasser ji malê newan bûye.

Keça piçûk a malê, Hêlîn panzdeh salî ye. Ew bêyî dê û bav, li wê taxa koçberan, hewl dide ku rêya xwe bibîne û bijî.

Belê, malek heye lê di malê de agirek vênakeve. Yanê, Nasser û Asija ji Îraqê revîyane, qaşo li Almanyayê niştecih bûne, lê belê wan di vê navberê de giyanê xwe li cihekî ji bîr kiriye. Lewma, ocaxa malê vê nakeve. Ti armanc û dan û standina hevpar a endamên malbatê tune. Haya wan ji wan bi xwe tune. Ti pêwendî di navbera wan û zarokên wan de tune. Hema bibêje, her endameke malbatê di cihana xwe de winda bûye. Ji tevahiya çîrokê pê ve, malbat du caran tê cem hevdu lê dîsa jî navbera wan de axaftin, diyalog çênabe.

Vebêja çîrokê, Sanaa pira di navbera welat/dema berê û xerîbiyê/dema niha de ye.

Dê û bav, yanê Nasser û Asija di dema borî de, di rêya koçberiyê de winda bûne.

Keça piçûk, Hêlîn li Almanyayê hatiye dinyayê û haya wê jî berê, jiyana welêt tune. Ji xwe dema pîrika wan, Uda ji welêt telefon dike, ew pirsa Hêlînê nake û navê Hêlînê jî wek zaroka Almanyayê hildide. Em ji çîrokê hîn dibin ku panzdeh salan berê dema ev malbat nû hatiye Almanyayê, hin kesan ew şîret kirine û gotine ku heke Asija pêgiran bibe, wê dewlet mafê mayinê hêsantir bide we. Lewre Asija pêgiran bûye û Hêlîn hatiye dinyayê. Yanê Hêlîn, zaroka Almanyayê, garantiya mafê mayînê yî malbatê ye.

Lê Sanaa, dema 10 salî bûye wê ji welêt digel malbata xwe koç kiriye û li Almanyayê mezin bûye. Ji ber vê sedemê jî Sanaa, wekî pirê, wekî yekane pêvgirêdana van dem û cihan, di nava du cîhanên paralel de diçe û tê.

Nasser dide pey jineke tirk li kûçe, kolanan digere. Asija mîna xeyaletekê li balkonê disekine, li valahiyê temaşe dike. Hêlîn hewl dide xwe ji her kesî veşêre û bêhntengiya xwe bi rêya masturbasyonê ji bîr bike.

Di vê navberê de, li vê taxa koçberan, çavên her kesî li ser ê din e. Ji ber ku Asija nikare xwarinê çêbike û li malbata xwe xwedî derkeve yan jî wan kontrol bike, Xatiya Xalîde û Dayka Îdris hema her roj tên  malê, navenda çîrokê da ku rola xwe ya çavdêrî û kontrolê bikin.

Sanaa, nimûneyeke balkêş a Parentified Child/zaroka bi zorê bûyê dê û bav e.

Dema ku di nava malbatê de dê û bav nikaribin rola xwe ya dê û bavtiyê bikin, wê demê zarok neçar dimînin ku vê rolê bikin.

Bi taybetî dema zaroka mezin keç be, ev keç xwe neçar hest dike ku zarokbûna xwe zû ji bîr bike û wekî dê tevbigere.

Asija dayik e. Lê Sanaa, yanê zarok, dayika xwe aş dike, hewl dide ku Asijayê biparêze.

Nasser bav e. Lê Sanaa, bi dilekî kul li newanbûna wî ya ji malê temaşe dike. Dixwaze bi wî re bipeyive. Dixwaze guhê xwe bide derd û kulên wî.

Hêlîn xwîşka piçûk e. Lê dîsa Sanaa wê wek zaroka xwe dibîne, dilê wê ji bo Hêlînê dişewite. Ew naxwaze ku Hêlîn li wê taxa koçberan bimîne, bizewice û bibe yek ji wan jinên cînaran.

Sanaa, hewl dide ku her kesî rizgar bike. Lê ew ji bo xwe çi dike?

Ew jî winda ye û nizane rêya xwe çawa bibîne.

Hebûna wê di navbera berê û niha, welat û Almanya, taxa koçberan û zanko, malbata wê û dildarên wê de dabeş bûye.

Li gor çîrokê, dema Sanaa heft salî ye, di çavên wê de enfeksiyon çêdibe. Xatiya wê, wê dibe cem cînara wan, Beqqê. Û Beqqê çavên Sanaayê bi zimanê xwe dadilêse da ku qaşo wan pak bike. Di wê navberê de Beqqê di çavên Sanaayê de çar mêran dibîne. Ew vê yekê bi endîşê ji xatiya Sanaayê re dibêje. Xatîya Sanaayê helbet naxwaze ku di çarenûsa Sanaayê de çar mêr hebin û ew navê namûsa malbatê xerab bike. Lewre, li wê derê nivîştekê ji bo Sanaayê dikin da ku qismetê wê bigirin. Ji paşiya serê Sanaayê tûmek porê wê qut dikin, duayên Erebî dixwînin û wî porî gulî dikin. Xatiya Xalîde vê guliyê vedişêre û dibêje, dema min ji bona Sanaayê qismetekî baş dît, ez ê wê çaxê vê gulîyê vekim.

Ev bûyer, wek motîva bingehîn a çîrokê dixebite.

Sanaa, zarok e. Çavên wê nexweş in. Lê dê û bavên wê nayên alîkariya zaroka xwe. Zarok emanetî xatiyê ye. Di vê sîstema malbatî de kontrolkirin û tirsandinê cihê hezkirin û fehmkirinê girtiye.

Xatiya Xalîde, her roj tê malê da ku Sanaayê kontrol bike lê ev jî têr nake, êdî ew çarenûsa Sanaayê bi saya vê niviştê di destê xwe de digire.

Ji bona Sanaayê, hemû nexweşikî, xerabî, feqîrî, destdirêjî taybetmendiyên Kurdbûnê ne.

Heke laşê mirovekî reş û bi pirç be, sedema vê yekê Kurdbûna wî ye.

Heke jineke koçber a nezan bi rêya nivîştan hewl bide ku malbatê kontrol bike, sedama vê yekê Kurdbûna wê ye.

Heke mêrekî tacîzkar, keçeke cîwan bişopîne û tacîz bike, dîsa sedema vê kirina wî Kurdbûna wî ye.

Çawa ku berê di fîlmên Yeşîlçama Tirkan de û niha jî di rêzefîlmên tirkan de Kurdbûn her tim bi rêya çîrokên dişibin hevdu wekî sembola pîsî û xerabiyê hatibe ravekirin, her wiha di vê çîrokê de jî Kurdbûn di eslê xwe de, bi wateyeke A Priorî tiştekî “evil” yanê pîs û xerab e.

Lehenga pirtûkê, Sanaa nûcîwaneke bi hêrs e. Ew çi tecrube bike, wê vedibêje. Lê di tevahiya çîrokê de ti bûyera ku em bibêjin, ev bi awayekî polîtîk sedem û encama Kurdbûnê ye tune. Sanaa û malbata wê, mirovên ji rêzê yên ji Îraqê ne. Yanê ew xwe wek Kurdên ji Kurdistanê pênase nakin û ji ber sedemên siyasî ji Îraqê derneketine. Lê, bi awayekî xwîner fehm nake, her kirin an jî gotina wan dibe temsîlyeta Kurdbûnê.  

Di vê xalê de, naxwazim gotinên min şaş bên fehmkirin; ez nabêjim Kurdbûn bi tenê nasnameyeke polîtîk e û divê li gorî îdealên me yên îdeolojîk bê penasekirin.

Beravajî vê ez dibêjim; îdealîzekirina polîtîk û reşkirina bêrave, ji heman cure bertekê tên û dişibin hevdu. Ev her du bertek jî xizmeta dehumanîzekirina Kurdan dikin. Kurdan ji însanbûnê derdixin û hebûna wan wek sembola tiştekî bi kar tînin.

Nivîskarek dibe ku ji ber sedemên polîtîk; Kurdbûneke îdeal, qenc, erênî pênase bike û bi rêya gelemperîkirinê hewl bide ku her kiryara baş a lehengê xwe bi Kurdbûna wî ve girê bide.

Bi heman awayî Karosh Tahayê; her kiryar an rewşeke nexweş û pîs bi Kurdbûna lehengê xwe ve rave kiriye.

Bo nimûne nivîskara Zimbabweyî Tsitsi Dangarambga her sê pirtûkên xwe yên “Nervous Conditions, This Mournable Body û The Book of Not” de jiyan û serpehatiyên keçeke heft salî ya malbateke Zimbabweyî vedibêje. Dîsa gelek xwîşk û bira hene. Dê û bav gelekî nezan û xizan in. Ji dewsa hezkirin û fehmkirinê, kontrolkirin û tundî heye. Ji ber ku malbat nikare xwedî li zarokên xwe derkeve, zarokê emanetî mala apê wê dikin. Lê di her sê pirtûkan de jî, di binê her bûyere de em rexneyeke giran û jixwebawer a li hemberî mêtingerî, nijadperestî, mîsojeniyê dibînin.

Yanê xwîner, dibîne ku dê û bav li zaroka xwe xwedî dernakevin, nikarin zarokê biparêzin. Lê nivîskar bi bêhneke fireh, bi awayekî rêk û pêk, şert û mercên ku vê rewşa malbatî çêdikin ji xwîner re vedibêje.

Di dawiya çîrokê de xwîner nabêje “jiyana wê lehengê gelekî xerab bû ji ber ku ew zaroka malbateke Zimbabweyî bû” lê dibe ku encamên kolonyalîzmê, cudatiyên çînî, nezanî û tundiyê yên li ser jiyana zarokekî fehm dikin.

Di berhema Karosh Tahayê de ev yek kêm e. Te bibêjî ji xwe, herî kêm çar dewletên dinyayê bi hêza hemû alavên xwe yên ragihandinê, hêza emperyal ya çandî ve hewl nadin ku Kurdan wek komeke terorîst û haydûtên bê çand û ziman bidin nasîn, Karosh Taha bi nimûneyeke otobiyografîk tevkariya vê vegotinê dike.

Ev nêrîna esensyalîst hewl dide ku fenomeneke sosyolojîk, encama bûyerên dîrokî bi xwezaya neguherbar a tiştekî ve rave bike.

Bo nimûne, Xaltiya Xalîde, li welatekî biyanî dijî, nizane bi zimanê wî welatî bipeyive, ji sibê heya êvarê li malê ye, birayê wê, Nasser ji malê newan bûye, jinbira wê Asija nikare li zarokên xwe xwedî derkeve, lewre jî Xaltiya Xalide hewl dide ku Sanaayê kontrol bike çimkî ew ji zankoyê, ji bandora jiyana biyanî û ji gilî û gotinên cînaran ditirse. Lê em di çîrokê de ti carî nikarin têkevin nav derûniya Xatiya Xalide û sedemên tevgerên wê çavdêrî bikin. Lehenga me, Sanaa tevahiya vê rewşê wek “Kurdische Logik/hişê Kurdan” bi nav dike û derbas dibe. Sanaa, nûciwaneke şikestî û winda ye, dibe ku wekî sedema her tiştê neyînî, nasnameya xwe ya etnîk sûcdar bike. Lê dema nivîskar, tercîh nake ku rewşa derûnî ya lehengên din û motîvasyonên li pey tevgerên van lehengan vebêje, wê demê xwîner xwe di pozîsyoneke wiha de dibîne; keçeke nûcîwan a belengaz li hemberî Kurdbûna pîs û nezan!

Armanca sereke ya lehenga pirtûkê, Sanaayê ew e ku ji Kurdbûnê bireve. Ji wê zîndana nexweşik, tarî û teng derkeve. Xaltiya Xalîde ji bo ku çarenivîsa wê kontrol bike û nehêle ku çar mêr têkevin jiyana Sanaayê, lewre divê Sanaa nehêle ev yek wiha biqewime. Wek encama vê yekê jî ew xwe diavêje hembêza mêrekî tirk û yekî ereb. Bi lawikê Ereb re radizê lê dilê wê di yê tirk de ye. Di wê navberê de, lawikekî Kurd î helbet qelew, nexweşik û bipirç, bi Volvoya xwe her li pey wê ye. Wê her tim dişopîne. Yanê, Sanaa ji Kurdbûnê direve lewra, helbet divê xwe biavêje bextê du mêrên ji miletên herî zêde dijmintiya Kurdbûnê dikin; tirk û ereb. Di wê navberê de Sanaa her çi qasî bireve, Kurdbûn, yanê lawikê Volvoyê diajo jî her li pey wê ye.

Her weha Sanaa, diçe mala dildarê xwe yî tirk. Dê û Bavên lawik, dixwazin zanibin gelo Sanaa derheqa PKKyê de çi difikire. Belê Sanaa ji Kurdbûna xwe direve û dixwaze wê ji bîr bike lê gelo Tirk dê Kurdbûna wê ji bîr bikin? Erê, carinan nasname ne ew tişt e ku tu xwe pê pênase dikî, nasname gelek caran ew tişt e ku yê li hember te pê pênase dike û navekî li te dike. Dildarê wê dibêje “ez tirk im” lê Sanaa di hişê xwe de dibêje “na, tu alman î.” Ji ber ku ji bona Sanaayê, mirovên paqij, nazik û bajarî Alman in. Ew dixwaze tevli wê komê bibe lê ji aliyê din ve jî nikare bawer bike ku heke dildarê tirk, malbata wî, dêya wê Asijayê, mala wan nas bikin, ew dê wan qebûl bikin. Li vê mala tirkan pirtûkxane heye, secadeyeke destçêkirî bi dîwar ve darvekirine, rojbûna zarokên xwe pîroz dikin, Sanaa biyanîyeke balkêş e. Dêya lawikê tirk, derheqa malbata Sanaayê de pirsan dike û li hemberî her bersivê berteka Sanaayê ev e; balkêş…

Ez texmîn dikim xwînerê li diyasporayê mezin bûye û gelek koçberên wekî min bi xwe jî wê baş fehm bikin gelo ev “balkêşbûna nerihet” çawa tê hestkirin.

Sanaa temsîla zaroka Kurd a sêwî ye û Kurdbûn jî di şexsê Sanaayê de zarokeke sawîmayî ya bêxwedî ye. Dê û bavê wê sax in lê ew ji bona wê ne li wê derê ne. Ew bala xwe û hezkirina xwe nadine wê. Ew wê naparêzin. Lewra, Sanaa aliyekî ve ji bona xwe li malekê, li malbatekê digere, lê ji aliyên din ve dilê wê ji ber dêya wê û xwîşka wê dernakeve. Ew naxwaze wan li pey xwe bihêle, dixwaze wan jî rizgar bike.

Heya dawiya romanê, Sanaa bi wan hestên nakok diçe û tê. Lê di sehneya dawî de, ew dayika bêkêr a nîznîzo ji nişke ve piştgiriya keça xwe dike. Ji bo carekê be jî Asija vedigere rolê xwe yî dayikbûnê û xwedîtiya keça xwe dike. 

Ez bi dil û can hêvî dikim ku ev pirtûka Karosh Tahayê bê wergerandin, xwendin û nîqaşkirin. Ji ber ku di vê pirtûkê de gelek mijarên girîng hene ku divê bi taybetî Kurd li ser wan bifikirin û nîqaş bikin.

Koçberî û trawmayên girêdayî rewşa koçberiyê, ji xwe û ji malbat û nasnameya kolektîv biyanîbûn, nefret û nijadperestiya xwemalî mijarên sereke yên vê berhemê ne.

Hêvî dikim ku rojekê hin kesên zane psikoanalîza vê berhemê bikin da ku alîkarya Sanaa, Karosh, Rojdayê bikin ku ew dev jixwenefretkirinê berdin û dest bi xwenaskirinê bikin.

Heya wê rojê, ez ê bi meraq berhemên din ên Karosh Tahayê bixwînim û hewl bidim vê derûniya kul i ser milên Kurdan hatiye barkirin çêtir fêhm bikim û vêbêjim.

Bimînin di xêr û xweşiyê de!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Rojda Yaşîk
Rojda Yaşîk08-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Hewlêrê ji bo xwendina bi Kurdî pêşangeheke taybet hat vekirin
Çand05-06-2026

Li Hewlêrê ji bo xwendina bi Kurdî pêşangeheke taybet hat vekirin

Weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê çima beşdarî pêşangeha li Hewlêrê nebûn?
Çand04-06-2026

Weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê çima beşdarî pêşangeha li Hewlêrê nebûn?

Pirsên