Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebiriya Karesatan a Sûriyeyê hişyarî da ku rojên pêncşem û înê (îro û sibe) dê li gelek herêmên welat bayekî pir bi hêz rabe.
Li gora daxuyaniya Wezaretê, leza ba dê di navbera 50 û 80 kîlometreyî de be.
Ev ba dê bibe sedema rabûna tozê, bi taybetî jî dê li parêzgehên Reqa, Dêrezor, Hisîça, rojhilatê Himsê û herêmên Badiyeyê toz rabe û dê dûriya dîtinê kêm bibe.
Wezaretê her wiha hişyarî da ku metirsiya şewatê li zeviyên çandiniyê, daristan, giyayên hişk û konan zêde dibe, ji ber vê yekê divê agir li nêzî van deran neyê vêxistin.
Wezaretê ji bo parastina ewlehiyê, bangî welatiyan kir ku van xalan li ber çavan bigirin:
- Qunikên cixareyan ên vêxistî meavêjin erdê.
- Kon û tiştên ku dikarin bifirin baş qewîn bikin.
- Ji dar, stûnên karebayê û hêtên kevin û ziyandîtî dûr bikevin.
- Nexweşên bêhnefişkiyê (astim), zarok û kal û pîr maskeyan bi kar bînin û rasterast li ber tozê nemînin.
- Divê ajokar ji ber kêmbûna dîtinê wesayîtên xwe bi baldarî û hêdîka biajon.
