Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di operasyona li bakurê welêt de leşkereke wan miriye û 2 leşker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya nivîskî ya Artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku di operasyonê de leşkereke bi navê Rotem Yanai miriye.
Di heman operasyonê de 2 leşker birîndar bûne û hat ragihandin rewşa yekî ji wan giran e.
Artêşê her wiha destnîşan kir ku leşker ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê û agahî dane malbatên wan.
Divê were gotin ku artêşê li ser mijarê ti hûrgiliyên dîtir nedane.
