Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê tekezî li ser tundkirina êrişên xwe yên li Libnanê kir.
Hizbulahê jî ragihand ku wan êrişî gelek baregehên leşkerî yên Îsraîlê kiriye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê êrişên xwe yên li ser Hizbulaha Libnanê tundtir bikin.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku yek ji şertên sereke yên Îranê ya ji bo îmzekirina peymana aştiyê ya li gel Amerîkayê, rawestandina şer a li hemû eniyan û bi taybetî jî ya li Libnanê ye.
Hêzên leşkerî yên Îsraîlê berê li nav axa Libnanê bi cih bûbûn.
Netanyahu got ku Îsraîl dê "herêma ewle" ya li nav axa Libnanê firehtir bike.
"Em dê êrişan tundtir bikin"
Benjamin Netanyahu anî ziman:
"Bi fermana min û fermana Wezîrê Parastinê, li gel serkirdayetiya artêşê, em operasyonên xwe yên li Libnanê tundtir dikin."
Artêşa Îsraîlê li seranserî Libnanê dest bi operasyoneke berfireh a leşkerî kiriye.
Di heman demê de hêzên Îsraîlê li nav Libnanê zêdetir bi pêş de diçin.
Hizbulahê bersiv da
Koma çekdar a Hizbulahê jî çend daxuyanî belav kirin.
Hizbulahê di daxuyaniyên xwe de da zanîn ku wan êrişî pêgehên leşkerî yên artêşa Îsraîlê yên li başûrê Libnanê kiriye.
