Xwînerê hêja,
Carna bi min wisa tê ku ez dê serê xwe her bi heman pirsê biêşînim; gelo dema Kurdek dibêje “em, Kurd” mebest ji vê “em”ê û “Kurdbûnê” çi ye?
Yan jî wiha rave bikim; ew tiştê ku me dike Kurd çi ye?
Her weha gelo “embûnek” an jî bingeheke hevpar, têgihîneke nasnameyî ya hevpar a Kurdan heye yan na?
Ez dizanim bersiveke hêsan û diyar ya vê pirsa bingehîn tune. Lê carna, bibe nebe, çavên min di berhemên dixwînim de li rêçên hevpar digerin. Mîna çawa ku dixwazim bibînim gelo kîjan nivîskarî ev mijara bi çi awayî nirxandiye. Carna, bi vê kirina xwe şerm dikim. Ji ber ku wisa hest dikim ku ew Kurdbûna şikestî ya di dilê min de, ji bona xwe li xwîşk û birayan digere.
Xwîşk û birayên êş û travmayê.
Xwîşk û birayên mîna dijminan dikevin pey birînên hevdu, bêhna êşê ji dûr ve hildidin.
Min bêhna êşeke kûr û birîneke nas ji Cemîle Şahînê hilda.
Navê wê binivîsin; Cemîle Şahîn hunermend û nivîskareke gewre ye.
Ew, ne “Kurdeke baş a Tirkan” e.
Ew, ne “koçbereke kêrhatî û meqbûl ya Almanan” e.
Di Cemîle Şahînê de ew xwebawerî û aramiya mirovên xwedî gotin û çîrok heye. Xuya dike ku wê çîrokek heye û ew dê bi her form û şêwazeke berdest vê çîrokekê vebêje.
Ew keça malbatake Kurdên bakurê Kurdistanê ye. Li Almanyayê di sala 1990an de hatiye dinyayê. Li London û Berlînê huner xwendiye. Lewre ew çîroka xwe bi rêya vîdeo, deng, wêne, nivîs û formên înterdisiplînêr dibêje.
Min vê heftê, romana wê ya nûxurî, “TAXI” xwend. Ev pirtûk di sala 2019an de der çûye û 275 rûpel e.
Belê, TAXI roman e lê ew bi forma rêzefîlmên Emrîkî/Netflixê hatiye nivisîn. Her beşekê pirtûkê wek bêşeke rêzefîlman hatiye diyarkirin û di destpêkê de bi şîrove û gotinên wek “brilliant, çîrokeke balkêş û hwd.” ew hesta rêzefîlmên Emrîkî hatiye avakirin.
Deh salan berê, lawê Rosa Kaplanê li sînorê Qafqasyayê, di şer de hatiye kuştin. Yan jî çîroka fermî ev e; rojekê ji dayikê re dibêjin, lawê te mir. Lê belê, laşê wî winda ye. Lewma jî tabûteke vala cehl dikin û dibêjin; ev gora lawê te ye. Rosa Kaplan vê yekê qebûl nake. Lawê wê çûye şer û venegeriyaye. Wê laşê lawê xwe yî mirî nedîtiye. Çima qebûl bike ku lawê wê mirî ye? Rosa Kaplan bi wê êş û şînê, deh salan senaryoyekê dinivîse ku di vê senaryoyê de lawê wê wekî hîç tiştek nehatibe serê wî, rojekê vedigere û tê malê. Dê û law, her wekî berê bi hev re dijîn.
Dayik, Rosa Kaplan kesekî hildibijêre. Diçe û wî kesî, yanê vebêjerê çîrokê qane dike ku ew lawê wê, yanê Polat Kaplan bilîze. Êdî vebêjer, yanê kesê ku Polat Kaplan dilîze, çîroka bi nêrîna lawikê winda vedibêje.
Em, xwîner çîrokê di nava çîrokê de dixwînin û sînorên rastî û lîstikê tevlihev dibin. Bi vî awayî xwîner, careke din pê dihese bê ka her vegotin çawa rengekî nû dide wê tişta ku em jê re dibêjin rastî.
Ev ne çîroka şer û kuştinê ye. Şer gelek caran hindek salan didomin û mirin bi tenê carekê tê serê mirov. Ev çîroka wî şerî ye ku piştî şer, di hiş û laşê mirov de her didome. Lehengên Cemîle Şahînê bimesafe û xwînsar in; ew baş dizanin ku dê ti kes êşa wan fehm neke. Ew bi tenê hewl didin ku bibînin gelo îhtimaleke din, derfeteke jiyînê ya din heye yan na?
Vegotineke kûr, lezgîn û sar hatiye çêtirgirtin. Xwîner, bûyerên piştî şer, êş, xemgînî, xeyalên nîvcomayî, şikestinên bêcebir li ser hevdu û bê navber dixwîne. Heya dema ez dibêjim ku “dixwîne” bi esasî, mabesta min “temaşe dike” ye. Ji ber ku metin bi awayekî serketî wek fîlm/senaryo hatiye nivisîn.
Li gor çîrokê, lawê Rosa Kaplanê, li sînorê Qafqasyayê di şer de hatiye windakirin/kuştin. Em di cihekî çîrokê de hîn dibin ku navê Rosa Kaplanê bi tirkî “Gül” e û wê porê xwe cur boyax kiriye.
Mirov ji çîrokê wisa hest pê dike ku Rosa Kaplanê, xwe şibandiye lehengên rêzefîlmên Emrîkî, yanê porê xwe cur boyax kiriye û navê xwe wergerandiye Îngilizî, yanê Rosa, da ku karibe ji bo çîroka xwe temaşevanan peyda bike.
Nivîskarê bi saya hurgilîyên bi vî awayî pirsîye; gelo bindest dikare bipeyive?
Bi rastî jî gelo Kurd li kû derê, di kîjan şert û mercan de, bi kê re, çawa dikarin behsa xwe bikin?
Lê ev pirsa jorîn, pirsa min e.
Cemîle Şahînê, di romana xwe de qala navê cih, welêt an jî şer nekiriye. Yanê xwîner nizane gelo, lehengê me, Polat Kaplan li ser sînorê Qafqasyayê şêrê kê dikir? Ew gelo lawikê malbateke Kurd î di nav artêşa dewleta tirk de bû?
Em van yekan nizanin.
Qey nivîskar dixwaze bi vî awayî navnetewetiya êş û travmaya şer û piştî şer vebêje. Ew naxwaze, navê Kurdbûnê bike û çîroka xwe bi vî awayî teng bike.
Cemile Şahîn, di hevpeyvîna xwe ya Munic Documentation Centerê de kêm zêde wiha dibêje; ez naxwazim hunera min her tim bi siyaseta nasnameyê ve bê girêdan. Ez behsa van mijaran dikim ji ber ku min ev tişt di jiyana xwe de tecrube kirin. Heke ez li Parîsê, wek Fransiz bihatama dinyayê, min dê wê demê behsa wê ezmûnê bikira.
Bê guman, ez vê bersiva wê baş fehm dikim.
Ma ew kirasên teng ên wek “hunermenda Kurd” yan jî “nivîskara jin” kîjan mirova di mirovbûna xwe de tatêldar aciz nake?
Cemîle Şahîn dixwaze wekî Kurd, di cihê xwe de aram bisekine û çîroka êşa mirovahiyê vebêje.
Ew li Almanyayê mezin bûye. Dibe ku karibe vê yekê bike.
Lê, ji ber ku ez bakurî me û ji ber ku ez zaroka salên 90î me, di gotinên wiha de her tim tişteke din î min aciz dike heye; ez dixwazim navê tiştan rasterast daynim.
Çimkî zehlê min ji wê edebiyatê diçe ku sînorê kûjer û kuştî şêlû dike.
Çimkî hîç sebra min nemaye ji bo edebiyata sûcên dewletên mêtinkar anonîm dike û bi vî awayî vedişêre.
Çimkî ez dizanim ku li seranserê dinyayê şer, travma, tecawiz, xizanî û êş hene.J i ber heman sedemê baş dizanim ku heya ez behsa şerê Kurdistanê, travmaya Kurdan, rewşa jinên Kurd, xizaniya gundiyên Serhedê, êşa dêya xwe nekim, ez dê ti carî nikaribim êşa kesekî din jî fehm bikim.
Cemîle Şahîn, li Almanyayê, bi zimanê Almanî li gor rêzikên cihaneke din dilîze. Dibe ku ew îhtimalên min aciz dikin, di vê cihanê de bi dilqekî din derkevin hemberî Cemîle Şahînê.
Lê Cemîle Şahîn…
Ew xwîşkeke qoçax a Kurd e.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

