Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo parastina can û malê welatiyan çûn û hatina motorsîkletan qedexe kir ku berê jî carekê qedexe kiribû.
Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber zêdebûna tawan û bûyerên ku bi motorsîkletan ve girêdayî ne, wan biryareke wiha daye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ev biryar ji bo berjewendiya giştî û parastina ewlehiyê hatiye standin.
Çûn û hatina motorsîkletan bi temamî hat qedexekirin
Li gorî biryarê, ji roja derketina daxuyaniyê û heta agahdarkirineke din, çûn û hatina hemû cureyên motorsîkletan li parêzgeha Hisîçayê bi temamî qedexe ye.
Asayîşê eşkere kir ku hemû yekîne û dewriyeyên wan ji bo bicihanîna vê biryarê hatine erkdarkirin û ew dê 24 demjimêran çavdêriya rewşê bikin.
Fermandariya Asayîşê ragihand ku xwediyên motorsîkletên ku li dijî vê biryarê tevbigerin, dê werin desteserkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku dê li ser xwedî û ajokarên wan jî bêyî cudahî rêkarên yasayî û îdarî bên destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berpirsyariya yasayî ya binpêkirina vê biryarê li ser milê kesên xetabar e û bi ti hincetan destûr ji bo derketina motorsîkletan nayê dayîn.
Fermandariya Asayîşê ya Hisîçayê diyar kir ku ev gav ji bo parastina aştiya civakî û xurtkirina aramiyê hatiye avêtin.
Asayîşê her wiha bangî welatiyan kir ku ji bo parastina ewlehiya parêzgehê pêbendî vê biryarê bin.
Fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) 1ê Gulanê jî çûn û hatina motorsîkletan qedexe kiribû.



