Hewlêr (Rûdaw) - Li wîlayeta Iowayê ya Amerîkayê, di encama êrişên bi çekan de 6 kes mirin ku tê nirxandin ev êriş ji ber pirsgirêkeke malbatî çêbûne.
Li gorî nûçeya ABC Newsê, polîsên wîlayetê li ser êrişên bi çekan ên li bajarê Muscatineyê yên ku li du malan û kargehekê hatine kirin, daxuyaniyek daye.
Gumanbar çû ber çemê Mississippiyê
Polîsan eşkere kir ku gumanbarê bi navê Ryan Willis McFarland pêşî li malekê 4 kes kuştine û pişt re çûye ser rêyeke li qeraxa Çemê Mississippiyê.
Polîsên ku li ser bûyerê lêkolîn dikir, destnîşan kir ku qurbanên din jî hene û termên 2 kesên din dîtin ku yek li maleke din û yê din jî li kargeheke nêzîk e.
Xwe li ber çem kuştiye
Birêvebiriya Polîsan a Muscatineyê li ser êrişan ragihand:
"Dîtinên destpêkê nîşan didin ku êrişên bi çekan ji ber pirsgirêkeke malbatî çêbûne. Tê bawerkirin ku hemû kuştî endamên malbata gumanbar in."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku lêpirsîna li ser kuştinan didome û gumanbar li ber qeraxa çem xwe jî kuştiye.