Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Kîeva paytexta Ukraynayê Vitaliy Kliçko ragihand ku artêşa Rûsyayê ji şevê din ve êrişên asmanî yên dijwar ên li ser bajêr didomîne.
Vitaliy Kliçko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Kliçko destnîşan kir ku êrişên asmanî yên dijwar ên Rûsyayê yên li ser Kîevê bi dema herêmî ji saet 03:18an ve dest pê kiriye û ev êriş didomin.
Zerer gihîşt gelek cihan
Kliçko diyar kir ku li gelek herêmên cuda yên bajêr agir derketiye û li pey çû:
"Di encama êrişan de li Kîevê zerer gihîştiye hinek avahiyan, polîklînîkekê, stasyoneke sotemeniyê û avahiyên cuda.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin."
4 kes mirin, 51 kes birîndar bûn
Kliçko eşkere kir ku li gorî agahiyên heyî di êrişan de 4 kes mirine.
Her wiha 3 jê zarok bi giştî 51 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêzên Asmanî yên Ukraynayê de jî hat ragihandin ku Kîev jî di nav de êrişên bi mûşek û dronan ên li ser herêmên cuda yên welêt didomin.
