Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Avhewayê yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew pêla germahiyê ya pêşwext a ku berê xwe daye beşeke rojavayê Ewropayê, "bîrxistineke biêş a bandorên tund ên krîza avhewayê ye."
Birêvebirê Ajansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî Simon Stiell ragihand ku mirovahî bi rêya şewitandina komir, petrol û gazê "tawanbarê sereke" yê têkçûna avhewayê û bilindbûna pileyên germahiyê ye.
Simon Stiell di daxuyaniyekê de destnîşan kir, "Zanist gelekî zelal e. Guherîna avhewayê ya ji ber çalakiyên mirovan, kiriye ku ev pêlên germahiyê zêdetir û tundtir bin."
Di çend rojên borî de, Brîtanya û Fransayê rojên herî germ ên meha Gulanê yên di dîrokê de tomar kirin.
Ev yek piştî wê yekê hat ku pêleke germahiyê berê xwe da herêmê û pileyên germahiyê bi awayekî berbiçav bilind kirin.
Ji ber germahiyê dimirin
Li gorî amarên fermî, ji ber bandorên pêla germahiyê, li Fransayê herî kêm 7 kes mirine.
Ji wan 5 kes dema ji bo xwehênikkirinê ketine avê xeniqîne.
Li Brîtanyayê jî berpirsan ragihand ku ji roja yekşemê ve 4 ciwan di avê de xeniqîne.
Ji bilî Fransa û Brîtanyayê, Îrlanda, Spanya, Îtalya û Awisturyayê jî ji bo vê dema salê pileyên germahiyê yên zêde tomar kirin.
Rewşa Hindistanê xirab e
Birêvebirê Avhewayê yê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser rewşa xirab a Hindistanê.
Li Hindistanê artêş mijûlî vemirandina agirê daristanan e û gelek kes ji ber lêdana germahiyê mirine.
Li gorî platforma cîhanî ya AQIyê ya çavdêriya kalîteya hewayê, her 45 bajarên herî germ ên cîhanê li Hindistanê bûn.
Pileyên germahiyê yên wan hemûyan zêdetirî 43 pileyan bûn.
Simon Stiell eşkere kir ku parastina jiyana mirovan, bazirganî û aboriya welatan a ji metirsiyên germahiyê, erkê sereke yê hemû welatan e.
Stiell anî ziman ku ev yek "bi bidawîanîna girêdayîbûna bi sotemeniyên kevneşopî dest pê dike."
Birêvebirê Neteweyên Yekbûyî her wiha diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn metirsiyên girêdana bi sotemeniyên kevneşopî zêdetir derxistine holê.
Stiell destnîşan kir ku pêwîstiya guherîna çavkaniyên enerjiyê ya ji bo enerjiya paqij niha ji her demê zêdetir e.
