Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Nûman ji Rûdawê re got ku pêvajoya sînordarkirina çekan dê hemû koman li xwe bigire.
Sebah Nûman ragihand ku wê komîteya ku ji bo kontrolkirina çekan di destê dewletê de hatibû avakirin dest bi karê xwe kiriye.
Armanca pêvajoyê
Wî diyar kir ku armanca vê pêvajoyê kontrolkirina çekan e û destnîşan kir, "Divê biryara ewlehiyê tenê di destê dewletê de be."
Sebah Nûman anî zimên ku biryar hemû komên li derveyî Heşdî Şebiyê li xwe digire û got, "Ev biryareke giştgir e û dê her kesî li xwe bigire.
Li gorî biryarê, divê hemû çek, teqemenî, amûrên leşkerî û baregeh radestî dezgehên ewlehiyê yên fermî werin kirin."
Berdevk Sebah destnîşan kir ku ev komîte bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û wekî "biryareke temamî Îraqî" hatiye avakirin.
Sebah Nûman eşkere kir ku ev gava ha ji bo bersivdana daxwaza merceiyetê û bicihanîna bernameya hikûmetê ya ji bo yekkirina vegotina ewlehiyê hatiye avêtin.
Numan diyar kir ku ji bo tevlîkirina wan hêzan a nav dezgehên ewlehiyê komîteyek hatiye avakirin û got:
"Biryar e di nava du rojan de amarên hemû çek û keresteyên leşkerî radestî komîteya navendî werin kirin ku di bin serpereştiya rasterast a Serokwezîr de ye."
Di nav komîteya navendî de nûnerên Wezareta Parastinê, Wezareta Karên Navxwe, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Desteya Heşdî Şebiyê hene.
Çarenivîsa çekdaran
Sebah Nûman li ser çarenivîsa wan kesên ku di nav komên çekdar de ne jî agahî dan û garantî da çekdaran:
"Têgeha qutkirina pêwendiyê, tê wateya jinûverêkxistina wan hêzan a nav dezgehên ewlehiyê.
Hemû mafên yasayî yên çekdaran dê bên parastin û ew dê wekî beşek ji hêzên leşkerî werin tevlîkirin."
Bernameya hikûmeta nû ya Îraqê di bin dirûşma "dewleteke aram û aboriyeke berhemdar" de, ji bo çar salên pêşiya me kar dike.
Di xala yekem a bernameyê de stratejiya hikûmetê hatiye diyarkirin ku yek ji wan jî komkirina çekan a di destê dewletê de ye.
Ev pêngav, wekî gaveke bingehîn a ji bo "sepandina serweriya qanûnê û parastina ewlehiya niştimanî" ya di qonaxa pêşiya me de hatiye pênasekirin.
Heta niha komên wekî Seraya Selam, Lîwayên Îmam Elî û Esaîb Ehlê Heqê ji bo bicihanîna biryara sînordarkirina çekan razîbûna xwe nîşan daye



