Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de bi destûr û hevahengiya wan 24 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne. Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 demjimêrên borî de “di bin ewlehî û hevahengiya hêzên wan de” 24 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne. "Cihê hêzên biyanî nîne" Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew dê rê nedin hêzên biyanî û li pey çû: "Kontrolkirina Tengava Hurmizê dê bi awayekî bihêz berdewam bike. Dê cihê hêzên biyanî yên niyetxerab li Kendavê û Tengava Hurmizê nebe."