Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Tûrikê Çîrokan a nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk ku 6 çîrok tê de hene, ji Weşanxaneya Sîdarê derket.
Nivîskar Mihemed Henîfî Çelîk, pirtûka xwe ya yekem a bi navê Tûrikê Çîrokan weşand.
Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Sîdarê ve hat çapkirin.
Di pirtûka 120 rûpelî de 6 çîrok hene ku 2 jê gelêrî ne û 4 jî çîrokên taybet ên nivîskar bi xwe ne.
Nivîskar di pirtûkê de cih daye çîrokên Çivîk Koçero û Masiyê Çavzer, Rema Rûtikê Mircanikê, Keşe û Şivan, Roviyê Rindik, Ebe û Baytara Herêmê û Încî Mercan.
Pirtûka Tûrikê Çîrokan ji aliyê Pirtûkxaneya Sîdarê ve tê firotin û belavkirin.
Mihemed Henifî Çelîk ji Rûdawê re ragihand ku dê nivîsandina çîrokan berdewam bike û amadekariya pirtûka duyem jî kiriye.
Mihemed Henîfî Çelîk kî ye?
Mihemed Henifî Çelîk 1979an li gundê Mircanikê yê Rihayê ji dayik bûye.
Li Zanîngeha Afyonkarahiserê Beşa Wêjeya Zimanê Tirkî qedandiye.
Çelîk li ser zimanê Kurdî kar û xebat kirine.
Cara yekem li Rihayê pola dersên bijarde yên Kurdî di encama xebatên wî de li dibistana ku li kar dikir hat vekirin.
Pirtûka Tûrikê Çîrokan pirtûka yekem a nivîskar e.
