Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Kuşmanê 86 salî li şûnwarê dîrokî yê Aspeşînê yê li navçeya Payîzavaya Wanê ya Bakurê Kurdistanê dijî.
Ew li cîhanê yek ji wan 12 kesan e ku zimanê Urartuyî dizane û yekane kes e ku dikare bi Urartuyî binivîse.
Çîroka wî ya fêrbûna zimanê Urartuyan salên 60î bi hatina şûnwarnasan a ji bo gundê Aspeşînê dest pê kiriye.
Mehmet Kuşman ji bo fêrbûna zimên li Îran, Sûriye û gelek bajarên Tirkiyeyê lêkolîn kirine.
22 salan hewl da ku fêr bibe
Pisporê Zimanê Urartuyî Mehmet Kuşman got, “22 salên min ji bo fêrbûna vî zimanî derbas bûn.
Di 22 salan de ez fêrî 650 bêjeyan bûm. Min nikaribû ku ez hevok jî saz bikim. Nivîsên wan ne wekî yên me ne.
Dema tu rêzan dixwînî, divê tu cihê hinek bêjeyan biguherî, naxwe tu nikarî hevokê bi temamî saz bikî.”
Daxwaza wî ew e ku piştî wî hinek kes fêrî zimanê Urartuyî bibin.
Ji bo vê armancê wî kurê xwe fêr kiriye lê tirsa wî heye ku kurê wî ji bîr bike.
"Li cîhanê tenê 12 kes mane"
Mehmet Kuşman bi bîr anî ku her ku diçe kesên vî zimanî dizanin kêm dibin û wiha pê de çû:
“Nemane, em li Tirkiyeyeyê 7 kes mane. Di nav wan de jî ji ber ku yê herî ciwan ez im, wezaret min dişîne bernameyên welatên derve.
Li cîhanê jî 12 kes mane û hemû kal û pîr in. Taqeta wan a meşê jî nîne.”
Mehmet Kuşman piştî xebata 40 salî sala 1985an di 65 saliya xwe de malnişîn bûye.
Lê ew li gundê xwe Aspeşînê bi awayekî xwebexş rêberiya geştyarên ku serdana Keleha Aspeşînê dikin, dike.
Ew dibêje ku herî zêde geştyarên Alman, Fransayî, Amerîkayî û Brîtanî serdana vê kelehê dikin.
