Hewlêr (Rûdaw) - Di 2020ê de rewşa aborî ya Bakurê Kurdistanê weke tevahiya Tirkiyê rûbirûyê krîzê bû, bi taybetî ji ber Covid-19ê, lê ligel vê hejmarek bûyerên aborî yên girîng çêbûn. Beşek ji wan bûyeran bûne sedem ku xweza û dîroka Kurdistanê jî jinav biçe. Ango em behsa bendava Heskîfê dikin. Di vê salê de yek ji şeş tûrbînên Bendava Ilisu kete kar ku yek ji mezintirîn projeyên berhemanîna elektrîkê ye li ser Çemê Dîcle li Êliha Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin. Her wiha li Santrala Hîdroelektrîk a Bendavê dest bi berhemanîna elektrîkê hat kirin. Lê li gel xwe jî dîrokekî kevin jinav bir.
Di 2020ê de rewşa aborî ya Bakurê Kurdistanê hevawayê tevahiya Tirkiyê rûbirûyê krîzê bû, bi taybetî ji ber vîrusa cornayê ya cureya nû (Covid-19), lê ligel vê hejmarek bûyerên aborî yên girîng çêbûn.
12/01/2020
Li parêzgeha Sêrtê di merasîmekê de kevirê bingehê kargeha berhemanîna çînkoyê hat danîn ku projeyeke stratejîk a hevbeş a Tirkiye û welatê Qeterê ye. Kargeh di qonaxa yekem de salane 30 hezar ton û dema temam jî bibe salane 90 hezar ton qalibê çînko berhem tîne û derfeta kar bo zêdeyî 210 hezar kesan çêdike.
01/03/2020
Ji ber belavbûna bahora Covid-19ê tevgera bazirganî li sînorê parêzgeha Wanê ligel Rojhilatê Kurdistanê û li sînorê parêzgeha Şirnexê li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ligel Başûrê Kurdistanê hat rawestandin. Piştî du meh û nîvan, derî hatin vekirin û bi testpêkirina tevgera bazirganî bêyî ti berhevketinekê, beşeke zêde ya kargehên Bakurê Kurdistanê dest bi berhemanînê kirin.
05/03/2020
Yekem ceribandina trêna bilez (YHT) li ser xeta Enqere-Sêwazê bi serpereştiya Wezîrê Gihandin û Jêrxana Tirkiyê Mehmet Cahit Turhan hat kirin. Sêwaz yekem parêzgeha Bakurê Kurdistanê ye ku trêna bilez a Tirkiyê digihiyê. 9 milyar û 749 milyon lîreyên Tirkî li xeta Enqere-Sêwazê çûne.
19/05/2020
Yek ji şeş tûrbînên Bendava Ilisu kete kar ku yek ji mezintirîn projeyên berhemanîna elektrîkê ye li Tirkiyê li ser Çemê Dîcle li Êliha Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin. Herwiha li Santrala Hîdroelektrîka Bendavê dest bi berhemanîna elektrîkê hat kirin.
Bendava Ilisu piştî bendavên Ataturk, Karakaya û Kebanê, çarem bendava herî mezin e li ser asta Tirkiyê. Ji bingeh 135 metre bilind e, 24 milyon metresêca avê kom dike û rûyê bendavê hezar û 820 metre dirêj e. 18 milyar lîreyên Tirkî (2.6 milyar dolar) li projeyê çûne.
Mebesta serekî ya çêkirina Bendava Ilisu, berhemanîna enerjî û avdaniyê ye, herwiha kontrolkirina çêbûna lehiyan e li Tirkiyê, lê di heman demê de dibe sedema binavbûna dîrok û nêzîka 199 gundên Bakurê Kurdistanê û veguhestina nêzîka 80 hezar kesan.
20/06/2020
Di merasîmekê de Bendava Qersê hat vekirin, ku yek ji mezintirîn sermayeguzariyên sektora giştî ya dewletê ye û bi 300 milyon lîre hatiye çêkirin. (44 milyon dolar) Bi komkirina avê di vê bendavê de ku li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ye, zeviya kiştûkalî ya 44 gundên deşta Qersê û bajarokê Dugor ku rûberê wê 475 hezar û 780 donim e, av digihiyê û di sektora çandiniyê de derfeta kar bo 7 hezar û 241 kesan çêdike.
23/09/2020
Îhaleya wan projeyan hat ragihandin ku di çarçoveya têlbendkirina rêzeçiyayên Munzurê de bo berhemanîna kanza li 11 navçeyên parêzgeha Dêrsimê sînorê 5 bajarokên wê parêzgehê hatibû amadekirin. Ragihandina îhaleyê bû sedema nerazîbûna xelkê deverê.
26/09/2020
Çiyayên Cîlo û Çarçêla yên li parêzgeha Colemêrgê bûn Parka Niştimanî. Li gor biryarê, çiyayên Cîlo û Çarçêla ku duyemîn çiyayên herî bilind in li ser asta Tirkiyê û navçeyên derdora wan dikevin jêr çavdêriya dewletê û tên parastin.
27/11/2020
Çêkirina dîwar li sînorê hevbeş ê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê li aliyê parêzgeha Rihayê bidawî bû ku dirêjahiya dîwar 194 kîlometre ye. Bi vê ji 911 kîlometre sînorê hevbeş ê navbera Tirkiye û Sûriyê, karên çêkirina 837 kîlometre dîwarê konkrêtî bi dawî bû û tenê 74 kîlometre maye daku hemû ew sînorê hevbeş bi dîwar bê girtin. Berî wê bi hefteyekê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku li sînorê hevbeş ê Tirkiye û Îranê “Bakur û Rojhilatê Kurdistanê” 142 kîlometre dîwarê konkrêtî hatiye çêkirin.
09/12/2020
Yekem trêna hinardeya Tirkiyê bo Çînê ku roja 9ê Kanûnê ji bajarê Stenbolê ketibû rê, piştî ji Erzeroma Bakurê Kurdistanê gehişte Qersê, ji wê derê ber bi Çînê kete rê. Ew trên di dema 12 rojan de û piştî birrîna 8 hezar û 693 kîlometreyan gehişte Çînê.
Ji meha yekê heta meha 11 ya 2020ê, ji 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê kel û pel û berhemên cud abo derveyî Tirkiyê hatine hinardekirin. Parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi bihayê nêzîka 12 milyar dolar kel û pel bo welatên derve hinarde kirine. Parêzgeha Dîlokê bi bihayê 7 milyar û 51 hezar û 247 dolaran herî zêde hinarde kiriye li ser asta Bakurê Kurdistanê. Li gor rêzbendiyê piştî Dîlokê parêzgeha Mêrdîn pileya duyem, Gumgum pileya sêyem û Şirnex jî di pileya çarem de ye. Hinardeya Dêrsim, Qers û Çewligê kêm bûye. Di heman demê de Dîlok, Mêrdîn û Şirnex xwediyên deriyê gumrikê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse