Parlamentera Iraqê: Gendelî êdî bûye dînozor

Bexda (Rûdaw) – Bi tevê raya giştî ya Iraqê, beşekî zêde yê parlamenter û serkirdeyên siyasî yên iraqî di wê baweriyê de ne, ku gendelî gihiştiye astekî wisa, êdî kontrolkirina wê zehmet e, ji ber ku hemû sektor û kertên dewletê vegirtiye.  

 

Parlamentera Iraqê Macîde Temîmî, ku di heman demê de ednama Komîsyona Darayî ya parlamentoyê ye, dibêje: “Niha gendelî ji morîbûnê gihiştiye qonaxa dînozoriyê. Lewma tekoşîne li dijî gendeliyê ji şerê li dijî DAIŞê zehmettir û girantir e. Di nava hemû partiyan de gendelkar hene. Lê li gorî radeya desthilatê şêweyê gendeliyê jî tê guhertin.”

 

Temîmî diyar kir: “Ji bo şerê li dijî gendeliyê, pêwîstiya me bi piştgiriya navdewletî û navxweyî heye.” 

 

Di nava welatên cîhanê de Iraq di rêzbenda 10 emîn a welatê herî gendel da ye. Siyasetmedarekî iraqî derbarê zêdebûna rêjeya gendelî û gendelkaran dibêje: “Eger berpirsek ji 60 milyon dolaran kêmtir dizîbe, ew weke berpirsekî paqij ê dîtin.”

 

Endamê Komîsyona Destpakî ya Parlamentoya Iraqê Rehîm Derracî jî amaje dike: “Zêdetirî 5 hezar girêbestên xeyalî hene, ku kompanyayên xeyalî jî rêjeya %30 heta %60 a pareyên wan girêbestan wergirtine.”

 

Derracî tekez dike: “Tenê bi projeyên ser kaxiz ên avakirin û binesaziyê, 288 milyar dolar hatiye hederdan, ku dike bûdceya 3 salên welat.”

 

Rehîm Derracî ji bo vê mijarê girebestekî Wezareta Berevanî weke mînak nîşan dide û dibêje: “Tenê ji bo girêbestekî 11 milyar dolarî ya kirîna 12 firokeyan ji kompanyayekî Çekî, 144 milyon dolar bertîl hatiye dayîbn.”

 

Herweha, derbarê hewldanên dadgehan a ji bo rûbirûbûna gendelkaran, berdevkê Desthilata Dadwerî ya Iraqê Ebdulistar Bayraqdar ragihand: “hinek gendelkar hene, ku ji aliyê dadgehê ve li gorî yasayan hatine cezakirin lê bi lêborîna giştî ya parlamentoyê hatine efûkirin û azad bûne.”

 

Nivîsîn: Necmî Salih