Mesrûr Barzanî: Em dê Kurdistanê her roj bi pêş bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê beşdarî merasîma vekirina kargeheke pakêt û kartonan bû.

Mesrûr Barzanî di vê merasîmê de got, “Ev kargeh dê gelekî bibe alîkar ku em berhemên xwe wekî markayeke Kurdistanê bifiroşin derve.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê di qada pîşesaziyê de bi pêş dikeve û ew ji ber vê pêşketinê dilxweş e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya vê kargehê û got:

“Dibe ku ev kargeh gelek alîkariyê bide cotkarên me. Ji bo ku em karibin berhemên xwe wekî markayeke Kurdistanê bifiroşin derve, ev kargeh dê di ambalaj û paketkirinê de bibe alîkar.

Berhemên Kurdistanê dixwazin

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku “Li ser berhemên çandiniyê yên Kurdistanê xwestekeke zêde heye û tenê pêwîst e bi awayekî baş bazirganiya wan were kirin.”

Serokwezîr Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berhemên navxwe û pê de çû:

“Em dixwazin hemû pêdiviyê navxwe li Herêma Kurdistanê berhem bînin.

Hikûmet dê ji bo dabînkirina hemû pêwîstiyên navxwe alîkar be.”

“Em dê Kurdistanê her roj bi pêş bixin”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Kargehên bi vî rengî dikarin ji xelkê gelek derfetên kar dabîn bikin” û got:

“Armanca me ew e ku em tevên pêdiviyên xwe ji nava Kurdistanê dabîn bikin.

Em dê piştgiriyê bidin sektora taybet û em dê karê wan hêsan bikin.

Ez hêvîdar im ku em dê Kurdistanê her roj bi pêş bixin.”