Serokê CHPê: Li Tirkiyê AKPê ti pirsgirêk çareser nekirine

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku Tirkiye dixwaze bi zêdekirina berhem û hinardeyê aboriya xwe mezin bike û got: “Aboriya welatê me her diçe mezin dibe.” Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje ragihand ku AK Partiyê ti pirsgirêk çareser nekirine û got: “Eger welatek nikare pirsgirêkên welatiyên xwe çareser bike tê wateya pirsgirêk heye.”

Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê çû navçeya Bongilan a ser bi parêzgeha Çewlîgê ve li Bakurê Kurdistanê û serdana dikandaran kir û ligel welatiyan behsa proje û xizmetên partiya xwe ên 20 salên derbasbûyî kir.

Mehmet Muş di axaftina xwe de got, Tirkiye dixwaze bi zêdekirina berhem û hinardeyê aboriya xwe mezin bike û rewşa Tirkiyê ligel welatên cîran weke Sûriye û Iraqê da ber hev û got ku li gorî wan, rewşa Tirkiyê baş e.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Mehmet Muş dibêje: “Paşeroja Tirkiyê ronahî ye. Enflasyon ne di asta ku em dixwazin de ye, em vê yekê qebûl dikin. Lê li derdora Tirkiyê binêrin. Welatê aram tenê Tirkiye ye. Li Sûriyê binêrin. Iraqê piştî çend salan heta karî hikûmeteke nû ava bike. Li bakurê Tirkiyê şerê Ukrayna û Rûsyayê heye. Mixabin derdora me bi şer û aloziyan dorpêçkirî ye. Yan nearamiya siyasî heye yan jî şer."

Serokê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu doh di gotara xwe ya li Enqerê de amaje bi wê yekê da ku desthilata AKPê li Tirkiyê ti pirsgirêk çareser nekirine û hewl dide vê yekê veşêre.

Kiliçdaroglu got: “Eger welatek nikare pirsgirêkên welatiyên xwe çareser bike tê wateya pirsgirêk heye. Di rêveberiyê de pirsgirêk heye. Di polîtîkaya derve û navxwe de pirsgirêk heye. Di cotkarî û pîşesaziyê de pirsgirêk heye. Di qada fînansê de pirsgirêk heye. Destê xwe bavêjî ku derê rûbirûyê pirsgirêkekê dibî."

Li gor amarên Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê îsal bi bihayê 250 milyar dolar dê hinarde bê kirin û di bazirganiya derve de Tirkiye gehiştiye 550 milyar dolaran û her diçe aborî bihêz dibe. Lê li gor amarên Saziya Îstatîstîkan a wî welatî her meh rêjeya enflasyonê bilind dibe û Îlona îsal gehîştibû %83.45, saziyên serbixwe jî dibêjin rêjeya enflasyonê %186 derbas kiriye.

Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku Tirkiye dixwaze bi zêdekirina berhem û hinardeyê aboriya xwe mezin bike û got: “Aboriya welatê me her diçe mezin dibe.” Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî dibêje ragihand ku AK Partiyê ti pirsgirêk çareser nekirine û got: “Eger welatek nikare pirsgirêkên welatiyên xwe çareser bike tê wateya pirsgirêk heye.”