Bihayê petrolê îro bilind bû

31-10-2018
RÛDAW
Nîşan Aborî Petrol Brent Teksas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê li bazarên cîhanê piştî 3 hefteyan ku berdewam dadiket, Îro Çarşembî 31ê Cotmeha 2018 dîsan bilind bû. Lê gurbûna şerê bazirganî yê navbera Amerîka û Çînê û herwiha asta zêde ya petrolê li bazarê, bilindbûna bihayê petrolê jî sînordar kiriye.

 

Îro bihayê petrola Brent 52 sentan bilind bû û her bermîleke vê petrolê bi 76 dolar û 43 sentan danûstandin pê hat kirin.

 

Herwiha bihayê petrola sivik a Teksasê jî 29 sentan bilind bû û her bermîleke petrola Teksasê bi 66 dolar û 47 sentan kirîn û firotin pê hat kirin.

 

Bihayê petrola Brent û petrola sivik a Teksasê di meha 6an a îsal de gihîştibû bilindtirîn asta xwe, lê ji hingê ve û heta niha nirxê her bermîleke perolê nêzîkî 10 dolaran daketiye.

 

Nirxê her bermîleke petrolê di vê mehê de jî gelek daket. Sedema sereke ya daketina bihayê petrolê di çend hefteyên bihorî de, daketina bihayê borseyên cîhanê ye ku ji ber dijwarbûna şerê bazirganî yê navbera Çîn û Amerîkayê çêbûye.

 

Nîgeraniya ji berfirehbûna şerê bazirganî bûye sedem ku aboriya cîhanê pêş nekeve û daxwaza li ser petrola xav jî kêm bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst