Ava GAPê digihe Mêrdînê: Dê 2 milyon û nîv hektar erd were avdan

31-08-2023
RÛDAW
Xebatên li ser vê projeyê berdewam in
Xebatên li ser vê projeyê berdewam in
Nîşan Projeya GAPê Mêrdîn Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – “Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê” (GAP) li Bakurê Kurdistanê didome.

Kanala avdanê ya Mêrdîn-Serêkaniyê  ava Çemê Feratê ji Rihayê digihîne Mêrdînê.

Piştî temambûna beşeke kanalê, 50 hezar û 261 donim erdê  çandiniya parêzgehên Riha û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê bi rêya wê kanalê tê avdan.

Kanal, ji Bendava Ataturk a li ser Çemê Feratê, ji Rihayê dest pê dike û digihîje heta Mêrdînê.

Eger plan bi temamî cîbicî bibe, dê 2 milyon û nîv hektar erd were avdan û berhemên çandiniyê jî dê çend qatan zêdetir bibe.

Rêveberê Devera 15emîn ê Karûbarên Avê Alî Nacî Kosalî diyar kir ku Kanala Mêrdîn-Serêkaniyê niha çalak e. û got:

“Avahîsaziya beşeke ji torên wê temam bûye, xebat li ser beşekê berdewam in û beşek jî di proseya planê de yee.

Dema em li qada wê ya avdanê dinêrin, avdana 2 milyon û nîv donim erd  hatiye plankirin.

Niha ji vê hejmarê av ji bo 500 hezar donim erd hatiye dayîn û ew erd  li ber vê kanalê tên avdan.”

Xebatên li ser vê projeyê berdewam in

Cotkarên Riha û Mêrdînê yên ku ji ber kêmavî û hişkesaliyê dinalînin,  ji vê projeyê kêfxweş in û dixwazin beşa mayî jî bilez bê temamkirin.

Serokê Navenda Bazirganî û Dexlûdanyê ya Qoserê Mehmet Şerif Oter jî got:

 “Projeya GAPê ji bo vê navçeyê hesretek e. Ew projê dê bibe derfeta geşedanê. Ji bo welat  jî dewlemendiyek e.

Kanala sereke sala 2017an temam bûye. Wate ava Çemê Feratê bi dirêjahiya 221 kîlometreyan ji bendava Ataturkê digihe Mêrdînê.”

“Cotkar dê rehe bibin”

Şerif Oter herwiha got, “Eger xebatên çêkirina golan hinekî bileztir bibin dikare di demek nêzîk de temam bibe. Eger projeya GAPê temam bibe dê cotkar rehet bibin.”

Dirêjahiya kanala avê 221 kîlometre ye û xerciya projeya wê jî derdora 2 milyar lîreyî Tirkî ye.

Bi temambûna vê projeyê li navçeyên Kaniya Xezalan, Heran, Serêkanî, Wêranşarê yên Rihayê û navçeyên Qoser, Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê bi giştî 249 hezar û 43 hektar erdê çandiniyê bên avdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst