TUIK: Aboriya Tirkiyê %7.6 mezin bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), aboriya Tirkiyê di  çarîka duyemîn a 2022ê de %7.6 mezin bûye.

TUIKê amarên dahata berhemên navxweyî ya çarîka duyemîn a 2022ê ya mehên Nîsan-Gulan-Hezîranê eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê aboriya Tirkiyê di çarîka duyemîn a 2022ê de ji rêjeya dihat çaverêkirin zêdetir mezin bûye û rêjeya mezinbûnê wek %7.6 bûye. Aboriya Tirkiyê di çarîka yekemîn de mehên Çile-Sibat-Adarê de %7.3 mezin bûbû.

Di heman amaran de hate eşkerekirin ku sektora fînans û bîmê %26.6, sektora xizmetguzariyan %18.1, sektora xizmetên piştgiriya îdarî û pîşeyî %11, sektora pîşesaziyê %7.8, sektora zanyarî û ragihandinê %5.3, sektora emlakê %4.1, çalakiyên xizmetguzariyên din %1.9 û çalakiyên xizmetguzariyên civakî û tendirustiya mirov, perwerde û rêvebirina hikûmî %1.7 zêde bûne. Lê sektora çandinî, daristan û masîvaniyê %2,9 û sektora avahîsaziyê %10.9 kêm bûne.

Xerciyên endamên malê yên xorakê yên çarîka duyemîn a 2022ê li gor heman mehên sala par %22.5 zêde bûne. Xerciyên xorakê yên dewletî jî di heman demê de %2.3 zêde bûne.