Li Kurdistanê hilberîna birinc ji sedî 50 zêde bûye

31-08-2019
RÛDAW
Nîşan birinc Kurdistan Hilberîn Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê, hilberîna birincê xwemalî li gor salên derbasbûyî ji sedî 50 zêde bûye. Niha 13 hezar û 485 ton birincê xwemalî tê hilberîn.

Li gor daneyên Wezareta Cotkarî û Avê ya Herêma Kurdistanê, hilberîna birincê xwemalî zêde bûye.

Rêveberê Xizmetgûzariyên Cotkariyê Ehmed Kamîran ji Rûdawê re ragihand ku daxwaza li hemberî birincê xwemalî gelek zêde ye û diyar kir, “Ji ber hindê cotkarên me dest bi çandin û hilberîna birincê xwemalî kirine. Di demên bihûrî de salane, li ser 6 heta 8 hezar donim erd, çandîniya birinc dihat kirin. Lêbelê di du salên dawîn de çandina birinc gelek zêde bûye.” Kamîran dibêje, sala 2016an li ser 6 hezar û 309 donim erdî birincê xwemalî dihat çandin, lêbelê sala 2018an ev rêje gihiştiye 16 hezar û 171 donim erd.

Li gor lêkolînan axa Herêma Kurdistanê ji bo hilberîna birinc gelek guncaw û berhemdar e. Ji ber ku birinc yek ji xwarinên jêveneger ê ser sifreyan e, daxwaza bo birincê xwemalî jî her roj zêdetir dibe.

Li gor amarên Wezareta Cotkariyê, li Herêma Kurdistanê salane bo serê şexsî pêwîstî bi 38,5 kîlo birinc heye.

Li gor daneyên saziya statîstîkan, nifûsa Herêma Kurdistanê niha 5 milyon û 895 kes e. Li gor vê yekê pêwîstîya Kurdistanê salene bi 227 hezar ton birinc heye û birincê xwemalî jî ji 6ê pêwîstiya birinc dabîn dike.

Li Herêma Kurdistanê, hilberîna birinc herî zêde li bajarê Duhokê pêk tê. Par li navçeyên Akre, Berdereş, Şêxan û Amediyê, li ser 11 hezar û 726 donim zevî bo şitlê birinc hatine bikaranîn.

Li wî bajarê Kurdistanê, salane 9 hezar û 382 ton birinc tê hilberîn ku ev ji sedî 69,5 ê birincê ku li seranserê Kurdistanê tê hilberîn e.

Rêveberê Plansazî û Şopandinê ya Rêveberiya Cotkariyê li Duhokê, Xidir Dêwalî Ebdullah, dibêje sala 2017an li Duhokê 9 hezar û 764 donim zevî bo hilberîna birinc hatin veqetandin û ji van zeviyan 7 hezar û 811 ton birinc hat bidestxistin. Ebdullah dibêje, “Sala 2018an jî li ser 11 hezar û 726 donim zevî, 9 hezar û 382 ton birinc hat hilberîn. Li gor daneyên di destê me de, li Duhokê hilberînerên birinc bi bikaranîna 19 hezar û 764 donim zevî, dê hilberîna birinc zêde bikin. Her serdemê nêzikî 800 kîlo debra birinc tê kirin. Li gor vê hesabê hilberîna birinc di sala 2019an de tê çaverêkirin bigihije 15 hezar û 800 tonan.”

Dêwalî aşkere jî kir ku ew hewl didin bazarê bo birincê xwemalî pêk bînin û got, “Em plan dikin ku di 4 salên bê de hilberîna birinc 2 caran zêdetir bikin. Ji cureyên birinc herî zêde ‘Japonica rice ve Indica rice’ tên zanîn. Cureyên Japonicayê herî zêde li li başûr û başûr rojhilatê Asyayê çêdibe. Lê cureyên Indica di avên ku kurahiya wê zêde nîne de tê hilberîn. Indica di nava xwe de weke dirêj, navend û gilover dibe 3 beş. Ji van ê ku em li Kurdistanê hildeberînin, ji cureyê gilover ê birincê Indicayê ye.”

Lêkolînerê Karûbarên Cotkariyê Zana Mihemed jî dibêje, “Li gor lêkolînên ku em dikin avûhewaya Kurdistanê guncawtir e bo hilberîna birincê gilover û kurt.”

Bi pêşketina teknolojiyê, li welatên pêşketî, di donimeke zeviyê de ji 6 heta 10 ton birinc tê hilberîn. Lêbelê ji ber ku li Kurdistanê rêbazên berê tên bikaranîn, di donimek zeviyê de herî zêde tonek û nîv birinc tê hilberîn.

Zana Mihemed derbarê, derbarê zêdebûna hilberînê li derveyî welat de jî dibêje, “Teknolojiyên pêşketî tên bikaranîn. Di heman demê de bi genetîka birincê jî tê lîstîn û hilberîna wê tê zêdekirin. Lêbelê emli Kurdistanê hêj bi rêbazên berê hilberînê dikin.”

Birinc ku li taybetî li Asyayê zêdetir tê bikaranîn, piştî genim û garis sêyemîn berhemê dexl û dan e ku tê hilberîn. Birinc yek ji pêncê ku ew berhemên mirov dixwin pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst