Zirarên Îsraîlê yên di şerê Xezeyê de aşkere bûn

31-07-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Medyaya Îsraîlê belav kir ku ji encama operasyonên artêşa welatê wan li dijî kerta Xezeyê ya filestînî, heta niha Îsraîl bi qasî 1 milyar û 700 milyon dolar zirar kiriye.

Rojnameya Haaretz ya îsraîlî di hejmara xwe ya îro de qasê zirarên darayî yên Îsraîlê, piştî 23 rojan ji opoerasyonên li dijî kerta Xezeyê, aşkere kirin.

Rojnameyê li ser zarê çend berpirsên agehdar di hikûmeta Îsraîlê de ragihand ku, di encama şerê Xezeyê de heta niha Îsraîl bi qasî 7 milyar shekels (Dravên Îsraîlê) zirar kiriye, ku dike 1 milyar û 700 milyon dolar.

Rojnameyê amaje kiriye ku ev zirar çend kertên sivîl li xwe vedigire, tevî xerciyên leşkerî yên rasterast û alavên şer wek balafir, tank, leşker û enerjiyê.

Rojnameyê diyar kir ku ji encama metirsiya li ser jiyana hemwelatiyên Îsraîlê bi taybetî yên bajarên mezin wek Tel Avîv û Heyfa û Qudsê, gelek kargeh tên rawestandin û tev û liva geştiyaran jî bi temamî hatiye rawestandin piştî ku hêlên azmanî yên navdewleytî geştên xwe ji balafirgeha Ben Gurion li Til Avivê û bo wê balafirgehê jî ragirtine.

Ev 23 roj in ku artêşa Îsraîlê dest bi operasyoneke berfereh li dijî kerta Xezeyê kiriye, bi bihaniya ku Tevgera Hemas ji wê navçeyê rokêtan di havêje axa Îsraîlê.

Di encama vî şerî de, ji aliyê filistînê 1360 kes û ji aliyê Îsraîlê jî 56 leşker û 3 sivîl hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst