Rêveberiya Xweser 35 navend ji bo kirîna genim diyar kirine

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Genim Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, dest bi wergirtina genimê cotkaran kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê 35 navend genim werdigirin.

Sayloyên Rêveberiya Xweser dikarin heta 500 hezar tonî genim wergirin.

Alîkarê Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya Reveberiya Xweser Ehmed Yûnis got:

“Berî destpêka wergirtina berhemên cotkaran, tedbîrên pêwîst hatine wergirtin, wekî dermankirina navendên genim, tedbîrên teknîkî, amadedkirina pispor û kadroyên kirîna berheman.

Herwiha telîs jî li cotkaran hatine belavkirin.”

Rêveberiya Xweser dikare milyonek û 500 hezar ton genim wergire

Saylo dikarin nêzîkî 500 hezar ton genim wergirin û navendên çol jî dikarin heta milyonek ton genim wergirin.”

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bihayê her kîloyekî genim bi 31 sentên Amerîkî diyar kiriye.

Vê biryarê xewn û hêviyên cotkarên Rojavayê Kurdistanê beravêtî kir û nerazîbûneke mezin li pey xwe anî.

“Herêmên me rûbirûyê karesatan dibin”

Ehmed Yûnis herwiha got:

“Herêmên me rûbirûyê karesatan dibin, çi ji aliyê dorpêça aborî ve û çi ji aliyê êrişên berdewam ên Tirkiyeyê ve li ser jêrxana aborî, bi taybetî li ser çavkaniyên petrolê.

Di encamê de aboriya me zererên zêde dîtine lewra şiyanên Rêveberiya Xweser nemane qezenckeke baş bide cotkaran.”

Li gorî Rêveberiya Xweser, li Rojavayê Kurdistan nêzîkî milyonek û 900 hezar hektar bi dexlûdanê hatiye çandin û hêvî dike berhemê genim ê îsal milyonek û 500 hezar ton be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst