500 hezar ton genim dê ji cotkarên Herêma Kurdistanê bê kirîn

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî ji nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê dibêje, rêjeya wergirtina genimên cotkarên Herêma Kurdistanê ji 375 hezar tonan bo 500 hezar tonan hatiye zêdekirin.

Civîna Komîteya Plana Wergirtina Genimên Cotkaran îro Çarşemê 31ê Gulana 2023an birêve çû ku komîte ji Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê, Cîgirê Wezîrê Çandiniyê, Rêveberê Giştî yê Plandanînê li Wezareta Çandiniyê, Rêveberê Giştî yê Wezareta Çavkaniyên Avê, Wezareta Plandanînê, Nûnerê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatibûn.

Rêveberê Giştî yê Peywendî û Lêkolînê yê nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Bextiyar Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, endamên komîteyê li dijî zêdebûna rêjeya genimê cotkarên Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan lê di dawiyê de wan karîbû 500 hezar ton genim bidin qebûlkirin.

Piştî ku demsala dirûna genim dest pê kir û berhema îsal gelekî zêde bû Encûmena Wezîran a Iraqê 40 milyar dînar ji bo kirîna genimên ji cotkaran terxan kir ku yên Herêma Kurdistanê jî di nav de ne.