TUIK: Aboriya Tirkiyê %4 mezin bû

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), ragihand di 3 mehên destpêkê yên sala 2023ê de aboriya Tirkiyê %4 mezin bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), îro 31ê Gulana 2023ê, amarên 3 mehên destpêkê yên sala 2023ê yên aboriya Tirkiyê eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê aboriya Tirkiyê di 3 mehên destpêkê yên sala 2023ê de li gor heman mehên sala 2022ê %4 mezin bûye.

Nirxê berhemên ku di nav 3 mehên destpêkê yên sala 2023ê de li nav Tirkiyê hatin berhemanîn gihişte 245 milyar û 464 milyon dolar.

Li Tirkiyê di nav 3 mehan de sektorên xizmetguzarî, fînans û banka, ragihandin, avahîsazî, rêvebirina hikumî, perwerde, çalakiyên xizmetên civakî û tendirustiya mirov û milk mezin bûn û sektorên çandinî û pîşesaziyê jî biçûk bûn.

Li gor amarên fermî aboriya Tirkiyê 33 mehên li ser hev mezin dibe.