Wezareta Çandiyê bac danî ser hin berhemên hawirde

31-05-2017
RÛDAW
Nîşan Wezareta Çandinî bac berhem hawirde xwemalî piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berhemên xwemalî, di destpêka meha Hezîranê de ji hin çandiniyên hawirde, dest bi wergirtina bacê dike.

 

Wezîrê Çandiniya Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Lîsteyeke me ya ji bo bacê heye ku bû salek em li pey vêya ne. Di destpêka meha Hezîranê de ji wan berhemên ku ji derve tên, dê bac were wergirtin. Berhemên weke firingî (bacana sor), zebeş, îsot, ecûr, bacana reş û xox. Ji bo her kîloyekê qasî 250 dînar (20 sent) bac dê were standin.”

 

Ebdulsetar Mecîd herwiha diyar kir, ku ev biryar ji bo piştgiriya berhemên xwemalî hatiye dayîn, çimku di destpêka Hezîranê de berhemên xwemalî digihîjin. Wergirtina bacê, heta bidawîbûna berhemên xwemalî dê berdewam be.

 

Ev biryar di wê demê de ye ku roja duşemê 22ê Gulana 2017an de Berdevkê Wezareta Çandinî ya Iraqê Hemîd Nayîf jî eşkere kiribû, ku hawirdekirina firingî û zebeşan bo Iraqê hatiye qedexekirin û diyar kiribû ku ev qedexe ji bo piştgiriya berhemên xwemalî ye.

 

Wezareta Çandiniyê, ne tenê ji berhemên çandiniyê yên hawirde bac werdigre, herwiha bac danîne ser mast, goştê mirîşkan, hêk, masî û hin berhemên din jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst