Nerîna Fraksyonên Kurdistanî li ser sîstema nû ya meaş
Hewlêr (Rûdaw) – Pirsa meaş di navbera Kurdistan û Iraqê de, bandora milmilaneyên navxwe yên Kurdistanê li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û herwiha hewldanên hikûmeta Kurdistanê bo zêdekirina meaşê fermanberan bûn mijara bernameyê “Ligel Renc” ê Rûdawê.
Van mijaran nîqaşeke germ di navbera mêvanan de çêkir ku serokên Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Parlamenterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Sekreterê Encûmena Wezîran a Kurdistanê beşdarî bernameyê bûn.
Derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMO, Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, da zanîn ku eger Bexda mafê darayî yê Herêma Kurdistanê bide, Kurdistan razî ye petrolê bi rêya SOMO hinardeyî derve bike.
Serokê Fraksyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdulla, li ser berpirsyariya partiyên siyasî ya derbarê wan pirsgirêkan de ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûne, tekez kir berpirsyariya hemû partiyan heye.
Derbarê nemana endamtiya Iraqê di Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî de, Parlamenterê Tevgera Goran Kawe Mihemed, îdîa kir ku Herêma Kurdistanê Iraq neçar kiriye, ji ber zanyariyan eşkere nake û zêdetirîn neşefafiyet lê heye.
Li ser guhertin û sîstema nû ya meaş, Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Iraqê Musenna Emîn jî wiha axifî: “Evna pêngaveke baş e, lê divê sîstema paşekevt bi temamî nemîne, Hewlêr û Bexda li ser pirsgirêkan lihev bikin daku xelk ji vê rewşa xirab rizgar bibe.”
Serokê Fraksyona Komeleya Îslamî ya Ehmed Hacî Reşîd amaje bi wê yekê da ku Iraq yek ji welatên herî gendel ê cîhanê ye û beşeke zêde ya pereyan jî bo derveyê welat hatiye veguhestin.
Li ser kêmkirina pişka Kurdistanê ji butçeya Iraqê, Cîgirê Serokê Fraksyona PDKê Şaxewan Ebdulla wiha axifî: “Dema wezîrên PDKê li Bexdayê bûn, mafê Kurdan parastî bûn, ji ber bi awayekî dijwar berevanî li mafê Kurd dikirin.”