APIKUR: Em ji bo firotina petrola Kurdistanê bi Îraqê re hevdîtinan dikin

31-01-2024
Nîşan APIKUR Petrola Kurdistanê Myles Caggins
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê APIKURê Myles Caggins da got, ji bo ku petrola Kurdistanê bigihe bazarên cîhanê ew bi Îraqê re hevdîtinan dikin.

Myles Cagginsê Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) ya ku ji 8 kompanyayên hilberîna petrolê pêk tê di Rûdaw TVyê bû mêvanê Mihemed Şêx Fatîh.

Myles Caggins da zanîn ku ew ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê geşbîn in û li ser vê mijarê bi Îraqê danûstandinan dikin.

Berdevkê APIKURê herwiha destnîşan kir, şirketên petrolê dixwazin karên xwe yên li Herêma Kurdistanê bidomînin lê heke pirsgirêkên li ber firotina petrolê berdewam dikin dibe ku em bi deh milyon dolaran pere winda bikin.

“Me divê garantî were dayîn”

Myles Caggins amaje bi hevdîtinên bi Îraqê re da û got:

“Ji bo ku petrola Kurdistanê bigihe bazarên cîhanê em bi Îraqê re hevdîtinan dikin, em dixwazin bi hemû aliyan re hevdîtinan bikin.

Me divê garantî were dayîn ku em dê pereyên xwe bistînin.”

Caggins herwiha eşkere kir, wan piraniyan wan pereyan wernegirtine ku sala 2022yan ji bo sondaj, derxistin û firotina berhemên petrolê hatine xerckirin.

Li aliyê din, Caggins ragihand ku ew dê vê hefteyê bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Îraqê re bicivin û jê yek milyon dolarî bixwazin.

Myles Caggins bi rêya Rûdawê ragihand, piştî ku petrola Kurdistanê dewrî Îraqê hatiye kirin ew vê petrolê li bazarên navxwe, li gorî bazarên derve erzantir difiroşe û ev jî dahata ji petrolê kêm dike.

Caggins bi bîr xist ku divê ji bo hilberîna petrolê jêrxana Herêma Kurdistanê baştir bibe û budceya hilberîna petrolê were zêdekirin.

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst