Kurtanîna bazirganiya derve ya Tirkiyê rekor tomar kir

31-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ferqa bazirganiya derve ya Tirkiyê meha Kanûnê ya sala 2022ê li gor heman meha salek berî wê %42 zêde bûye û ji 6 milyar û 832 milyon dolaran derket 9 milyar û 701 milyon dolaran. Sala 2022ê bi giştî jî ferqa bazirganiya derve ya Tirkiyê %137 zêde bûye û ji 46 milyar û 211 milyon dolaran derketiye 109 milyar û 539 milyon dolaran, ku di dîroka komara Tirkiyê de ferqa herî bilind bû.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), amarên meha Kanûna 2022ê yên bazirganiya derve eşkere kirin.

Li gor amaran Tirkiyê sala par di meha Kanûnê de li beramber hawirdeyê bi rêjeya %76.5 hinarde kiribû, lê îsal di heman mehê de li beramber hawirdeya ji derve bi rêjeya %70.3 hinarde kiriye.

Hinardeya Tirkiyê ya meha Kanûna 2022ê li gor heman meha sala 2021ê %3 zêde bûye û gihiştiye 22 milyar û 910 milyon dolaran. Hawirdeya wê ya meha Kanûna 2022ê jî li gor heman meha salek berî wê %12.2 zêde bûye û gihişte 32 milyar û 612 milyon dolaran. Bi vî awayî ferqa bazirganiya derve ya meha Kanûnê ya Tirkiyê li gor heman meha sala par %42 zêde bûye û ji 6 milyar û 832 milyon dolaran derketiye 9 milyar û 701 milyon dolaran.

Sala 2022ê bi giştî di hinardeya Tirkiyê de Almanyayê bi 21 milyar û 145 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt û bi 16 milyar û 882 milyon dolaran Amerîka di rêza duyem û bi 13 milyar û 751 milyon dolaran Herêma Kurdistanê û Iraq di rêza sêyem û bi 13 milyar û 11 milyon dolaran Brîtanya di rêza çarem, bi 12 milyar û 354 milyon dolaran Îtalyayê di rêza pêncem de cih girt.

Di hawirdeyê de jî Rûsyayê bi 58 milyar û 853 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt. Bi 41 milyar û 354 milyon dolaran Çîn di rêza duyem û bi 24 milyar û 33 milyon dolaran Almanya di rêza sêyem, bi 15 milyarek û 335 milyon dolaran Swîsre di rêza çarem û bi 15 milyar û 229 milyon dolaran Amerîka di rêza pêncem de cih digre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst