Galeriya wêneyan

31-01-2019
11 Photos
RÛDAW

Denhag (Rûdaw) – Li Denhag a Holandayê, Konferansa Hevbeş a Xorek û Çandiniyê di navbera Holanda, Iraq û Herêma Kurdistanê de birêve diçe.

Armanca vê konferansê jî ew e ku Herêma Kurdistanê dixwaze di çandinî û xurekê de ji tecrubeya welatên Ewropayê sûd werbigre. Ev konferans jî ji bo hevahengiya zêdetir e di navbera herdu aliyan de ji bo veguhestina ezmûna Holandayê bo sektora xorek û candiniya Kurdistanê.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya medyayî ya konferansê ye.

Konferansa çandinî û xorekê di navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê de, duh dest pê kir, ku bo dema 2 rojan berdewam dibe û çendîn kompaniyên Kurdistanê û Holandayê têde beşdar bûne.

Di destpêka konferansê de behsa pêşxistina pêwendiyên barziragnî yên navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê û herwiha pêşxistina sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê hate kirin.

Herêma Kurdistanê dixwaze sûdê ji teknolociya herî dawîn a serdemê bo bilindkirina kalîteya berhemên çandiniyê werbigire.

 

Cotkarê nimûne yê Kurdistanê yê ji Helebceyê, Azad Mihemed jî beşdarî di konferansê de kiriye û beşek ji berhemên xwe li wê der pêşkêş kir û xiste ber çavan.

Başûrê Kurdistanê weke Holandayê xwediyê rûbereke berfireh a zewiyên çandiniyê û keşûhewayeke guncaw a bo çandiniyê ye.