Banka Cîhanî: Rewşa aboriya Îranê di sala bê de xirabtir dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Banka Cîhanî di nûtirîn raporta xwe ya derbarê rewşa aboriya Îranê de, eşkere kiriye, ku bi sedema daketina nirxê petrolê di meh û rojên dawiyê yên îsal (2018) de, geşeya aboriya Îranê bo rêjeya %1.6 dadikeve.

 

Banka Cîhanî pêşbînî jî kiriye, ku qebareya deynên Îranê di dawiya îsal de dakeve bo 9 milyar û 300 milyon dolaran.

 

Wê navenda mezin a aboriyê ya cîhanê ragihandiye, bi sedema siza û dorpêçên Amerîkayê, qebareya hinardekirina petrola Îranê di sala bihê de gelek kêm dibe û dadikeve bo rojane yek milyon bermîlan.

 

Di raporta Banka Cîhanî de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin, ku îsal sektora çandiniyê ya Îranê bi rêjeya %3.5 û sektora xizmetguzariyê bi rêjeya %2.9 geşe kirine, lê belê sektora pîşesaziya Îranê bi rêjeya %7 ber bi paş ve vegeriyaye.

 

Herwiha li gor raporta heman bankê, îsal êjeya enflasyonê li Îranê bo %23.8 bilind bûye. Di derbarê asta berhemanîna petrolê de jî, Banka Cîhanî eşkere kiriye, ku îsal ebareya berhemanîna petrola Îranê, rojane 3 milyon û 300 hezar bermîl bûye, lê belê pêşbînî kiriye, ku di sala nû de ew rêje dakeve bo rojane 2 milyon û 800 hezar bermîlan.

 

Di derbarê rêjeya deynên derveyî yê Îranê jî Banka Cîhanî ragihandiye, îsal qebareya deynên derve yên Îranê 9.3 milyar dolar bûye û di sala bê de ew rêje bilind dibe bo 10 milyar û 100 milyon dolaran, di demekê de ku sala bihorî rêjeya deynên Îranê 10 milyar û 900 milyon dolar bûye.

 

Li gor datayên Banka Cîhanî, vegerandina siza û dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê, bandoreke gelek nerênî li ser aboriya Îranê hebûye û zêdebarî rawestandina geşeya aboriya wî welatî, bûye sedemê bilindbûna rêjeya enflasyonê û qebareya deynên biyanî yên wî welatî.