TUIK: Aboriya Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 5,9 mezin bû

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Aborî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê de aboriya Tirkiyeyê ji sedî 5,9 mezin bû.

TUIKê amarên aboriya Tirkiyeyê yên mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê eşkere kirin.

Li gorî amaran aboriya Tirkiyeyê di sêyemîn çaryeka sala 2023yan ji sedî 5,9 mezin bû.

Di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlona 2023yan de bihayê berhemanîna Tirkiyeyê li gorî heman mehên sala borî ji sedî 79,8 zêde bû û gihişte 7 trilyon û 681 milyar û 432 milyon lîreyan ku dike 295 milyar û 815 milyon dolar.

Li Tirkiyeyê herî zêde bi rêjeya ji sedç 8,1 sektora avahîsaziyê, bi rêjeya ji sedî 5,7 sektora pîşesaziyê, bi rêjeya ji sedî 5,1 sektora fînans û bîmê, bi rêjeya ji sedî 4,3 sektora xizmetguzariyan mezin bûye.

Bi vî awayî aboriya Tirkiyeyê li ser hev 13 çaryekan mezin bû.

Wezîrê Xezîneyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek piştî belavkirina amarên aboriyê ragihand:

"Bernameya aboriyê ku bicih dikin serkeftî bûye û berdewam e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst