Li Amedê ji ber zêrên sexte gelek kes têne xapandin

30-11-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Li Amedê ji ber zêrên sexte 6 kes hatin girtin
Li Amedê ji ber zêrên sexte 6 kes hatin girtin
Nîşan Zêr Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li najarê Amedê ji ber zêrên sexte gelek welatî û zêrînger têne xapandin, welatiyeke bi navê Şêxmûs Yagmûr tenê yek mînakekî ye ku ji aliyê kesên sextekar ve  hatiye xapandin. Serokê Jûra Zêrîngerên Amedê dibêje ku divê kiryar danûstendina zêran ji cihên nas bikin û herwisa ew xwe ji firoşkarên zêrên erzan biparêzin û ewlehiya xwe bi wan neynên.

Şêxmûs Yagmur bi hevalekî xwe yê xelkê Amêdiyê xapiya û 100 zêrên reşadî kirî; lê ew zêr bi tevahî sexte derketin. Niha zêrên zer li ber çavên wî bûye wek kabûseke reş.

Şêxmûs Yagmur serî li dozgeriyê da û doz vekir; dozgeriyê zêrên sexte jê wergirtin, dest û lingên wî girêda ye û buhayê zêran 130 hezar lîre ango 22 hezar dolar ji destê wî firiya. Niha di destê wî de tenê wêneyên zêran û gilînameya wî ya dozgeriyê maye.

Derbarê vê yekê de Şêxmûs Yagmur dibêje: “Dema ku dibêjin zêr xapandin dikeve bîra min, di asta derûniyê de min proseyeke xirab derbas kir, ji ber ku ez hatim xapandin, hevaleke min ê xelkê Amêdiyê zêrê sexte bi min da kirîn û ew kes ji holê wenda bûn, 130 hezar lîreyê min çû.”

Bi tevahî li Tirkiye; bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Amed, Riha, Dîlok û Êlihê xelk ji ber zêrên sexte niha canbêzar bûne; di 9 mehên dawî de tenê li bajarê Amedê 241 kesan ji ber zêrên sexte serî li dozgeriyê dane.

Zêrînger Basit Aslan jî dibêje: “Resenî û sextebûna zêr mirov dikare bi çend rêbazên cuda hîn bibe. Weke mînak divê zêr giran be û dema li erdê bikeve divê şingeşing bike û rengeke wê yê taybet heye, heke teqez mirov bixwaze bizanibe ku ew zêr resen e an sexte ye divê bi meqesê mirov bibire û hundirê dê kontrol bike, divê hemû di rengekî de be.”

Mexdûrên zêrên sexte tenê ne kiryar in; ji ber ku kesên sextekar gelek rêbazên pêşketî bi kar tînin; gelek caran zêrînger jî zêrên sexte û rêsen ji hev dernaxin û ew têne xapandin.

Rayedarên zêrkeriyê dibêjin ku hem kiryar û hem jî firoşkar ji bo ku mexdûr nebin; divê ji bo misogeriyê fehsên zêran baş bêne girtin û divê her du alî jî li hev û dû sebrê bikin

Serokê Jûra Zêrîngerên Amedê Yûnûs Oner jî got: “Ji sextetiya zêrê ne tenê welatî gelek zêrînger bixwe têne xapandin, tembiya me li welatiyan ew e ku ew ji cihê şarezane û zêrîngerên nas zêran bikirin û xwe ji kesên ku dibêjin zêrê erzan di destê me de hene  biparêzin.”

Li bajarê Amedê di çarçoveya zêrên sexte de di encama operasyona asayîşa amedê de 6 kes hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst