Nêrînên aborînasan li ser lûtkeya G20

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji welatên endame di  G20ê de û girîngiyeke zêde bi lûtkeya G20 dide, berpirsên odeya pêşesazî û bazirganiya Rûsya dibêjin,  armanc ji civînên G20, çêkirina zemîneke hevbeş e.

 

Rûdawê nerîna beşeke Aborînasên Rûsyayê di derbarê girîngiya lûtkeya G20 wergirtiye, emê bi hevire temaşe bikin.


Derbarê vê mijarê de Serokê Lijneya Aborî ya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Rûsyayê Andre Spartak ji Rûdawê re wiha axifî: “Bi baweriya min armanca serekî ya wê civîna mezin a G20 dîtina zemîneyeke hevbeş e bo çareserkirina hejmarek pirsgirêkên hestyar ku bûne asteng bo aboriya cîhanî û aboriya bazirganî. Û herwiha armanca wan ew e ku li ser sîstema bazirganiya cîhanî ya siberojê bigihin rêkeftinekê, herwiha rêkxistina hemû navendên bazirganî yên cîhanî, di heman demê de dixwazin wê yekê gotûbêj bikin ku aboriya cîhanê piştî 20 salên din çi lê tê, daku pêngavên pêwîst di wê derbarê de biavêjin."  


Aborînas Dimitry Sorokin  jî tekez kir ku pêşbînikirina guherîna aboriya cîhanî gelekî giran e, û wiha pê de çû: “Ez aborînas im û wê yekê fam dikim, wek mînak gelek sedem hene ku ne hevkarê aborî ne lê bandore li bihayê dravan dikin, her wek wan sedemên ku bandore li bihayê petrolê jî dikin, kî dizane Amerîka sibe çi dike yan çi nake!"


Rojnamevanê Aborî Naum Aranovic  jî wiha behdar girînguya Civîna G20 kir: “Civîna G20 girîng e, ji ber 20 dewlet dicivin ku ew dewlet li gor amaran û hejmarek nirxandinên cuda ji sedî 80 heta 85 aboriya cîhanê di destê wan de ye, lewra hemû civînên wan girîng in, dibe encamên gelekî girîng ji wan bên çaverêkirin, herwiha ew civînên dualî jî ku di Lûtkeya G20 de tên kirin, dê berhemê wan hebe."


Derbarê heman mijarê de Serok Beşa Lêkolînên Darayî Li Enstîtûya Darayî ya Moskowê Mikhail Ershov  jî got: “Bêguman hemû gotûbêjkirina mijarekê di navbera wan berpirsên payebilind e rolekî girîng heye, ew mijarên ku ew tînin rojevê daku gotûbêjê li ser bikin hinek mijar in ku bo hemû aliyekî û bo hemû cîhanê girîng in, ji ber giraniyeke zêde ya beşdarvanan heye, lewra hêviya me hemûyan ew e ku encameke baş ji wê lûtkeyê derdikeve."