Sibê li Herêma Kurdistanê 100 milyon dolar bo peymankaran tê dabeşkirin

30-10-2018
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistan Peymankar Deyn Dabeşkirin Sibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Peymankarên Kurdistanê ragihand ku ew ji sibê şûn ve dest bi dabeşkirina wan 100 milyon dolaran dikin, ku bo dayîna deynê peymankaran hatine terxankirin.

 

Serokê Liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Peymankarên Kurdistanê Sero Dizeyî ji Rûdawê re got, “Ji sibê şûn ve (çarşemî, 31-10-2018) li her sê bajarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê dabeşkirina 100 milyon dolarên bo deynê peymankaran dest pê dike.”

 

Serokê Liqa Hewlêrê ya Yekîtiya Peymankarên Kurdistanê herwiha da xuyakirin, ku ew mizgîniyê jî didin peymankaran ku ew pereyê biryar bû wek %10 were dayîn, hatiye zêdekirin û got: “Sibê li şûna %10 dê %15 bo deynên wan were dayîn.”

 

Ji ber qeyrana aborî ya ji sala 2014a û vir ve hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare bi awayekî hêja pereyên peymankaran bide û ji ber vê yekê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzikî milyarek dolar deyndarê peymankarên Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst