Turk-Îş: Sînorê hejariyê 43 hezar lîre derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (Turk-Îş) roja Înê amarên derbarê sînorê hejarî û birçîbûnê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de eşkere kirin.

Li gor Turk-Îş sînorê hejariyê yê malbateke 4 kesî di Îlonê de gihiştiye 43 hezar û 433 hezar lîreyên Tirkî ku dike hezar û 590 dolar.

Herwiha sînorê birçîbûnê jî bûye 13 hezar û 334 lîreyên Tirkî ku ew jî dike 488 dolarên Amerîkî.

Bi gotina saziya navborî tenê di Îlonê de nirxê xorakê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji sedî 9,31 zêde bûye

Bi awayekî salane jî xorak di Îlonê de li gorî heman meha sala borî ji sedî 84.04 biha bûye.

Turk-Îşê maha borî sînorê hejariyê 39 hezar û 733 lîre û sînorê birçîbûnê jî 12 hezar û 198 lîre ragihandibû.