Krîza li Tirkiyeyê: ‘Geşt nîne lê eger li memleket kesek bimire em diçin’

12 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Tirkiyê ji ber giranî û enflasyonê debara malbatan roj bi roj zehmettir dibe
Li Tirkiyê ji ber giranî û enflasyonê debara malbatan roj bi roj zehmettir dibe
Nîşan Tirkiye Krîza Aborî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber krîza aborî debar û jiyana xelkê her ku diçe dikeve metirsiyeke girantir.

Rêje û amarên ku ji hêla saziyên cûda ve têne ragihandin hal û mecalê xelkê li ber çavan datîne.ç

Di wê demê de ku li Tirkiye mûçeya kêmane 17 hezar lîre ye, sînorê xizanî û feqîriyê ji 62 hezar lîre derbas bûye.

Xelk ji bo ku karibin debara xwe bikin li hêlekê çiqinên xwe biçûk dike li hêla din xwe dêyndarî banke û krêdiyan dike.

Bi milyonan kes ji ber rewşa xirab a aborî ketine ber îcra û dadgehan.

Vedat Aslanê 53 salî ku xelkê Samsûnê ye û bavê 5 zarokan e ew 21 sal in karê wî pîvaz, bexdenûs, bazarvanî û firotina sêwze û mêwe ye.

Heta niha tenê kariye ji xwe re xaniyekî bikire lê ew jî bi texsît û diyar e temenê mayî jî dê ji bo dana wan texsîtan biçe. 

Di temenê xwe de carekê be jî neçûye tetîl û ger û kêfê.

Lê ew krîza aborî ya dawî, ew ji tiştên wiha jî waz anî ye tenê ketiye gumana wê da êvarê karibe nanê bibe malê.

“Çil rojî carê em nikarin goşt jî bikirin”

Vedat Aslan ji Rûdawê re got:

Weleh çil rojî carê em nikarin goşt jî bikirin. Tetîl jixwe nîne.

Eger li memleket kesek bimire em diçin û wekî din ger nîne. Ew qeyran dê çawa derbas bibe nizanim.

Kîloya lêmonan li halê 65 lîre ye. Eger tu bifiroşî bi 70-75 lîre têr nake. Heta tê vir heqê veguhestinê jî dikeve ser. Giran e axir.”

“Girantirîn tişt fatûra ne”

Welatî Seyît Yikilmaz jî got:

“Ya herî giran fatûra ne. Elektrîk tê hezar û 700 lîre, av tê hezar lîre. Girantirîn tişt fatûra ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe debar zehmetir dibe.

Sêndîkaya bi navê Kamû-Îş radigihîne ku sînorê birçîmayînê gihîştiye 20 hezar û 776 lîre, sînorê xizaniyê jî derbas bûye ji 62 hezar lîre.

Li welêt mûçeya kêmane 17 hezar lîre û ji 20 hezaran kêmtir kirêya xaniyan jî ne pêkan e.

Welatî Îsmaîl Apto jî got:

“Ma hewceyî gotinê ye, hun dibînin. Her kesî kîloyek tişt di destê wan de ye.

Em ji her tiştî kêm dikin ji her tiştî. Av tê hezar û 500 lîre. Eletrîk tê wisa, gaz wisa.”

Li gorî DÎSKê di mercên heyî de hejmara bêkaran gihîştiye sînorê 11 milyon kesî û kuçe û kolan bi wan kesan tije bûye ku heta êvarê rûdinin û bi ser halê xwe de dibişirin.

“Vê krîzê mala me hemiyan şewitand”

Welatî Yusuf Çakir jî got:

“Bawerke em di halekî gelekî xirab de ne. Tenê kurekî min dixebite bi mûçeya kêmane.

Her tişt biha dibe lê mûçeya kêmane zêde nabe. Kurik niha şaş bûye bigihîne kîjanê.

Em jî di tengasiyê de ne. Vê krîzê mala me hemiyan şewitand.

Gelek mal hene ku tenê di cejnê de goşt dikeve navê û halê xelkê beriya payîz zivistanê ne tu hal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst