Turk-Iş: Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê 6 hezar û 840 lîre ye

30-07-2022
RÛDAW
Nîşan Turk-Iş Bakurê Kurdistanê Tirkiye Şînorê Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê ( Turk-Iş) li Tirkiyê sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gehiştiye 6  hezar û 840 lîreyan  û sînorê hejariyê jî 22  hezar û 280 lîreyên Tirkî ye.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê ( Turk-Iş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Temûza 2022ê eşkere kir.

Li gor lêkolîna Turk-Işê ku bi armanca şert û mercên debara jiyanê ên karkeran diyar bike û bandora zêdebûna bihayê kelûpelên serekî ên jiyanê li ser malbata bê zanîn hatiyekirin di meha Temûza îsal de li Tirkiyê sînorê birçîbûnê bo malbateke 4 kesî gehiştiye 6 hezar û 840 lîreyan ku di sala 2022ê de mûçeyê kêmane 5 hezar û 500 lîre ye û bi vî awayî sînorê birçîbûnê hezar û 340 lîre mûçeyê kêmane derbas kiriye.

Li gor amarên lêkolînê zêdebûna enflasyona xorakê jî li gor meha borî ji %7,01 û di salekê de jî ji %128.44 e. Herwiha di meha Temûzê de sînorê hejariyê jî derketiye 22 hezar û 280 lîreyan û xerciya mehane a yek karkerekî jî gehîştiye 8 hezar û 930 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst