Sefîn Dizeyî: Em dikarin ji tecrubeyên Tirkiyê sûdê werbigrin

30-06-2019
RÛDAW
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî
Nîşan sefîn Dizeyî Tirkiye Kurdistan Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ji bo pêşxistina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê, dikarin ji tecrubeyên Tirkiyê sûdê werbigrin.

 

Li Hewlêrê di bin çavdêriya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, Lûtkeya Bazirganiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ku ji aliyê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirkiye – Iraqê (TISÎAD) ve hatiye organîzekirin, birêve diçe.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî di lûtkeyê de ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya lûtkeyê ye, ragihand ku Herêma Kurdistanê giringî dide tecrubeyên Tirkiyê yên di warê aboriyê de.

 

Sefîn Dizeyî ji bo pêşvebirina jêrxana aboriyê bal kişande ser sektora taybet û got: “Mînaka Tirkiyê li ber çavan e û Kurdistan dikare ji vê mînakê sûdê werbigre. Gotineke pêşiyan a Tirkan heye, 'Cîran hewcedarê xweliyê cîranê xwe ye'. Em jî hewcedarê cîranê xwe ne. Bazara Herêma Kurdistanê bazareke vekirî ye û baweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sektora taybet û bazara azad heye.”

 

Dizeyî bi bîr anî ku çend roj berê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û li ser zêdekirina qebareya bazirganiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye axaftin.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî diyar kir: “Em li gel Tirkiyê bi qasî 12 milyar dolar xwedî qebareya bazirganiyê ne û hewl didin vê qebareyê bigihînin 20 milyon dolaran. Herêma Kurdistanê giringî dide çêkirina rêyên transît. Tunela ku li Zaxoyê hat vekirin, ku di heman demê de dikeve ser rêya bazirganiya Tirkiye – Mûsilê jî, mînakeke vê yekê ye.”

 

Sefîn Dizeyî destnîşan kir ku ew hêvî dike lûtkeyên bi vî rengî him li Tirkiye û him jî li Kurdistanê werin zêdekirin û got: “Aboriyeke bihêz, siyaseteke bihêz bi xwe re tîne. Em dikarin bi hev re aboriya Kurdistanê bihêz bikin û pêş bixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst