Dûpişkan xwedî dike: Lîtreyeke jehra dûpişkan 10 milyon dolaran tê firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê karsazê bi navê Salîh Tanriverdî dûpişkan xwedî dike û bazirganiya jehra wan dike.

Dîtîna wan li cem piraniya mirovan tirs û xofeke mezin çêdike.

Jehra ku hinek caran dilopeke wê dawiyê li jiyana mirov tîne, bi heman rengî dema ku bi awayekî pisporane were bikaranîn, dibe dermanê gelek nexweşiyan.

Jehra dûpişkan, jahreke wiha ye ku di gelek dermanan de tê bikaranîn û gelekî biha ye.

Li navçeya Şehîtkamilê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê karsaz Salîh Tanriverdî dûpişkan xwedî  dike û  Jehra dûpişkan difiroşe.

Ew, li kargeha xwe 15 hezar dûpişkên reş xwedî dike ku ew cûre dûpişk li Bakurê Kurdistanê têne dîtin.

“Em wan didoşin û zêde dikin”

Salîh Tanriverdî li ser xwedîkirina dûpişkan wiha got:

“Me 4 sal berê li ser daxwazekê dest bi xebatan kir û piştî lêkolînên li ser vê mijarê me mohletên pêwîst ji dewletê wergirtin û ev sal û nîv e em li vê derê berhemanîna jehra dûpişkan dikin.

Li vê derê 15 hezar ajelên me yên zindî hene. Em wan li labaratovaran didoşin. 

Înşallah em plan dikin ku wê jehra ku em berhem tînin bifiroşin Amerîka û Fransayê.”

Ev kargeh li ser rûberê 500 metrekareyan hatiye avakirin.

4 profesor û 3 şêwirmendên navneteweyî li wê kargehê kar dikin û jehra dûpişkan didoşin û dûpişkan jî zêde dikin.

Li 6 odeyên cûda û bi serperiştiya 4 prosfesor û 3 şêwirmendên navneteweyî hem jehra dûpişkan tê dotin hem jî berhemanîna wan tê kirin û tên zêdekirin.

“Em dixwazin dûpişkan bikin 150 hezar”

Karsaz Salîh Tanriverdî di berdewamiyê axftina xwe de wiha got:

“Jixwe navenda me li ser asta Dîlokê yekem navenda berhemanîna dûpişk û jehra dûpişkan e. Me ev navend li Dîlokê zêde kir.

Hem dahata wê zêde ye û hem jî sûda wê ji bo mirovahiyê heye.

Armanca me ew e, em hejmara ajelên li vê navendê bikin 150 hezar.

Jehra dûpişkan li welatê me gelekî nayê zanîn.

Li ser asta cîhanê Îsraîl berhemhênera herî mezin a jehra dûpişkan e. 

Ji ber ku yên dikirin ji derveyî welat in. Tirkiye di vî warî de zêde dernakeve pêş.

Me hinek hewl dane û em li ser van hewildanan berdewam dikin.

Yek ji armancên me yên sereke ew e ku em navendeke jihevcûdakirina vê jahrê jî li Dîlokê ava bikin.”

Ji 15 hezar dûpişkên li kargehê mehane bi awayekî navendî 25 heta 30 gram jahr tê berhemanîn.

Ew jehr jî bi piranî di madeyên xav ên  dermanên penceşêr, êşbir û antibiyotîkan de tê bikaranîn.

Yek gram jehra dûpişkan li hinek welatan bi 3 hezar dolar û li hinek welatan jî bi 10 heta 11 hezar û 500 dolaran tê firotin.

Lîtreyeke jehra dûpişkan zêdeyî 10 milyon dolaran jî tê firotin.