Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, dest bi wergirtina genimê cotyaran li herêma Cizîrê kir. Rêveberiya Xweser biryar dabû ku ji roja yekşemê, ve dest bi wergirtina genimê cotyaran bike.
Piştî destpêkirina dirûna genim li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genimê cotyaran kir.
Kompanyaya pêşxistina civaka çandiniyê ya Rêveberiya Xweser biryar dabû ku ji roja Yekşemê 28ê Gulanê ve dest bi wergirtina genimê cotyaran bike.
Li 13 navendinên wergirtinê, kompanyaya navborî dê genim ji cotyarên herêmê wergire.
Her 13 navendên genim li Dêrik, Tirbespî, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û gundewarên wan hatine destnîşankirin.
Endezyarê çandiniyê û şarezayê biwarê wergirtina genim, Ebdulqadir Tîşê ku yek ji şarezayên ku beşdarî civînên destnîşankirina bihayê genim û ceh bûye, ji Rûdawê re got, îsal hem berhemê genim û hem jî nirxê wî pir baş in.
Endezyarê çandiniyê Ebdulqadir Tîşê dibêje: “Bi nêrîna min îsal berhem genim û kirrîna genim gelek baş e. Hikûmeta herêmê kîloya genim bi 43 sentan dikire û ya baştir bi dolaran dikire ne bi pereyên Sûrî. Me hemûyan dixwest genim bi dolaran bikrrin.”
Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser Şewqî Mihemed ragihandibû ku tê pêşbînîkirin berhema genim a îsal li navçeyên Rêveberiya Xweser bigihêje nêzî 1 milyon ton genim.
Sala 2022yan, berhema genim ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû wergirtin nêzî 450 hezar ton genim bû. Di demekê de ku pêwîstiya navçeyên Rêveberiya Xweser bi bêhtirî 600 hezar ton genim hebûye. Wate nêzî 200 hezar ton genim kurthênan hebûye. Lê îsal berhema genim bi qasî 400 hezar ton zêdetirî pêwîstiya herêmê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse