Ji ber bilindbûna enfilasyonê daxwaza li ser zêr kêm bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Konseya Zêr a Cîhanî ya derbarê daxwazên li ser zêr de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bilindbûna rêjeya enfilasyonê û daketina nirxê lîreyê Tirkî, firotina xişrên zêr di çarêka yekem a sala 2022ê de li gor heman serdema sala derbasbûyî bi rêjaya sedî 17, bo 7 ton kêm bûye.
Konseya Zêr a Cîhanî rapora xwe ya derbarê daxwaza li ser zêr a di çarêka yekem sala 2022ê de belav kir.
Li gor raporê li ser asta cîhanê di çarêka yekem a îsal de kirîna bi armanca veberhênanê ya zêrê qalib û pereyên zêr li gor heman serdama sala derbasbûyî bi rêjeya ji sedî 20, bo 282 ton kêm bûye.
Di raporê de derbarê kirîn û firotina zêran a li Tirkiyê jî zanyarî hatin belavkirin. Li gor wan zanyariyan di çarêka yekem a îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê firotina bi armanca veberhênanê ya zêrê qalib û pereyên zêr li gor heman serdema sala derbasbûyî ji sedî 77 daketiye.
Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li Tirkiye ji ber bilindbûna rêjeya enfilasyonê, daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî û bilindbûna nirxan firotina xişrên zêr di çarêka yekem a sala 2022ê de li gor heman serdema sala derbasbûyî bi rêjaya sedî 17, bo 7 ton kêm bûye.
Li gor raporê di çarêka yekem a îsal de Bankên Navendî 84 ton zêr kirîne. Ji wan Banka Navendî ya Misrê bi kirîna 44 ton di rêza yekem de, Banka Navendî ya Tirkiyê bi kirîna 37 ton di rêza duyem de û Banka Navendî ya Hindistanê jî bi kirîna 6 ton di rêza sêyem de cih girtiye.
Ew rapor dibêje Tirkiye di warê mezin bûna yedekên zêr de ketiye rêza 13emîn de. Para zêr a Banka Navendî ya Tirkiyê ya di nav hemû yedekan de ji sedî 28 e.