Li Devera Pîşesazî ya Amedê veberhênan di 4 salan de ji sedî 37 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Rêveber a Devera Pîşesazê ya Amedê Mustafa Fîdan ragihand ku ji sala 2018 û heta niha hejmara veberhêneran li Devera Pîşesazî ya Amedê ji sedî 37 zêde bûye û got: "Hejmara karmendên me ku di Gulana 2018ê de 6 hezar û 500 kes bûn niha derdora 13 hezar kes e. Em pêşbînî dikin bi veberhênanên nû hejmara karmendên me bigihe derdora 22 hezar kesan.”

Serokê Encûmena Rêveber a Devera Pîşesazî ya Amedê (OSB) Mustafa Fîdan doh 29ê Nîsana 2022ê di bernameya fitarê ya li navçeya Bajarê Nû (Yenişehir) de li ser asta veberhênanê ya li Devera Pîşesazî ya Amedê û rola wê di geşedana aboriya navçeyê de axivî.

Fîdan ameje bi wê yekê da ku ji sala 2018a ve hejmara veberhêneran li Devera Pîşesazî ya Amedê ji sedî 37 zêde bûye û  got: ”Îro devera me ya pîşesaziyê ligel projeyên ku berdewam dikin, bi 386 kargeh û veberhênanên nû bûye navendeke pîşesaziyê. Dema em fîrmayên ku di asta amadekirina projeyên de ne jî lê zêde bikin, asta me ya tijebûna cih ji sedî 85 e.”

Mustafa Fîdan diyar kir ku bi veberhênanên nû asta veberhênana Devera Pîşesazî ya Amedê, gihiştiye 2 milyar û 550 milyon lîreyan (37.1 milyon dolar).

Serokê Encûmena Rêveber a Devera Pîşesazî ya Amedê behsa girîngiya pîşesaziyê li ser geşedana aboriya navçeyê jî kir û got: “Rojeva navçeya me êdî veberhênan û dîtina derfetên kar e. Bo me her kargehek kelehek e. Em dê bo Amed, ciwan û siberoja xwe berhemanînê bikin. Niha hejmara karmendên me 13 hezar kes e. Bi temambûna veberhênanên nû em pêşbînî dikin hejmara karmendên me bigihe 22 hezar kesan.”

Mustafa Fîdan derbarê hilbijartinên serokatiya Encûmena Rêvebir a Devera Pîşesazî de ku biryar e 15ê Gulanê bê kirin jî axivî û got, ew dê careke din bibe berbijêr.