Xelk ji ber bihayê zêde nikare goştê sor bikire

30-03-2023
Omer Sonmez
Li Tirkiyê krîza aboriyê her diçe kûrtir dibe
Li Tirkiyê krîza aboriyê her diçe kûrtir dibe
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Li Tirkiyê krîza aboriyê û hêjariya xelkê her diçe kûrtir dibe. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya dawî de, li Tirkiyê li gel binpêkirinên mafên mirivan balê kişand ser bihabûna zêde û kriza aboriyê.

Bnedewariya xelkê ji hilbijartinan ew e ku bihayê kelûpel û xwarinên sereke bê daxistin. Ji ber ku li gorî marketan bihayê berheman hinek erzan e xelk berê xwe didin bazaran, lê êdî bihayê bazaran jî pir zêde bûye. Li gor lêkolîna Sendîkaya TURK-IŞê, sînorê birçîbûnê bûye 9 hezar û 591 lîreyê Tirkî yanê bi hezar û 91 lireyan mûçeya herî kêm derbas kiriye.

Kemal Karataş ê ku malnişîn e lê ji ber tengasiya debarê ji neçarî dixebite, li gel hevjîna xwe Lîbas Karataş, ji Esenlerê berê xwe dane bazara kevn ya Stenbolê ‘bazara jinan’ a li navçeya Fatihê ye. Lê ew di dawîya danûstandina xwe ya ji bo Remezanê de ancax dikarin nîvê îhtiyaciyên xwe bistînin.

Malnişîn û xebatkar Kemal Karataş dibêje: “Di 2 salên dawî de rewşa aboriyê gelek xirab bûye. Tiştê ku me beriya 2 salan bi 100 lireyî distand niha bûye 300-400 lîre.”

Malnişîn Libas Karataş jî got: “Niha em nikarin kîloyek xurme bistînin û deynin ser sifreya xwe. Em nikarin tişt bistînin. Niha me 2 kîlo goşt bi 385 lire, kiloyek zeytûn bi 150 lîre, kîloyek penîr jî bi 150 lîre stand.”

Ji ber bihayê bazara jinan li gor bazarên din û marketan hinekê erzan e; beşek xelk bere xwe didin vî bazarî. Liv ir zêdetir dikanên qesab, penîrfiroş, çerezfiroş û loqenteyên goşt hene û piraniya berhem û kelûpel ji bajarên Kurdan tên anîn. Lê bihayê vir jî êdî li gor xelkê biha tê.

Malnişîn Hecî Xidir jî got: “Niha kiloya pîvazan 20 lire ye. Goşt jî bûye 250-300 lire. Êdî wîjdan dane alîyekê.”

Esnaf jî ji vî halî memnûn nîn in, lê ew dibêjin; mesrefên wan pir zêde bûye ji loma ew ji neçarî bihayan zêde dikin.

Qesab Memed jî got: “Mişteriyên ku sala par 2-3 kîlo goşt distand niha êdî dikare kîloyek bistîne. Yanê hêza kirînê pir daket.”

Esnaf Ali Ozay jî dibêje: “Ev kereng ji Qerejdaxê hatiye. Li gor sala par ji sedî 80 firotina kerengan kêm bûye. Lewra bihayê ye.” (Kîloya kerengan îsal 45 lire ye)

Esnaf Hafiz Mihemed jî got: “Penîrê spî kîloya wê 100 lire bû niha bûye 200. Kîloya zeytûn bere 50 lire bû, niha bûye 150. Mişteriyên ku bere bi kiloyek penîr distandin niha êdî 100 gram distînin.”

Kerengê Qerejdaxê jî di nav bazarê de tê firotin.

Li gor lêkolîna Sendîkaya TURK-IŞê ya meha Adarê, sînorê birçîbûnê bûye 9 hezar û 591 lîreyê Tirkî yanê bi hezar û 91 lireyan mûçeya herî kêm derbas kiriye. Her wiha TURK-IŞ, sînorê hêjariyê jî wek 31 hezar û 241 lîre eşkere kir.

Krîza aborî û hejarîya li nav Tirkiyê di raporên navneteweyî de jî tê behskirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di rapora xwe ya dawî de  li Tirkiyê li gel binpêkirininen mafên mirovan balê dikşîne ser bihabûn û kriza aboriyê jî. Ber bi hilbijartinan ve yek ji daxwazên gel jî daxistina bihayê kelûpel û xwarinên sereke ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst