MAK: %83ê xelkê Tirkiye ji rêvebirina aboriyê nerazî ne

30-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Kompanya Lêkolînan a MAKê Memet Alî Kulat ragihand ku %83ê welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji rêvebirina aborî ya wî welatî nerazî ne.

Di rapirsiyekê de ji welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye pirsîn, “Aborî çawa tê birêvebirin?”, wek bersiv %83ê xelkê gotine “xirap tê birêvebirin.”

Kutal dibêje ev rapirsî li 14 bajaran kirine û di vê rapirsiyê de “ji heft heta heftê salî xelkê pirsyar dikirin ka gelo “hilbijartin dê kengî bê kirin?”

Kulat got: "Di rapirsiya vê mehê de %83ê welatiyan gotin rêvebirina aboriyê xirab e. Me qet rêjeyeke wiha nedîtiye. Her kes bi yek dengî dibêjin li vî welatî rêvebirina aboriyê xirab e.”

Kutal dibêje: "Ya xirap ew e ku xelk ji rêvebirina aboriyê ne razî ye, lê hikûmet vê rêvebirina xirab a aboriyê nagire ser xwe. Ji ber xelk dibêje belê rewşa aborî ne baş e lê yên ku birêve dibin jî xirab in.”  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst