Birêvebirê berê yê Kompanyaya SOMOyê Felah Amirî li ser siyaseta Amerîkayê got:
“Siyaseta Amerîkayê niha ji siyaseta berê û serokê berê yê Amerîkayê cuda ye. Serok Trump siyaseta Komariyan dimeşîne.”
Felah Amirî da zanîn ku faktorên wekî “siyaseta Amerîkayê, siyaseta enerjiya Amerîkî û siyaseta OPECê” bandorê li bihayê petrolê dikin.
Birêvebirê berê yê SOMOyê li ser egera ku Îraq hilberîna xwe ya petrolê zêde bike wiha got:
“Bi nirxandin û pisporiya min, ne baş e ku em behsa paşerojê bikin, ji ber ku hilberîn û biha ne pêşbînîkirî ne.
Em dikarin hundir xurt bikin û pêşbîniya rewşa hundir bikin lê eger faktor ji derve be û aborî û nefta me jî girêdayî derve be, yanî bi dolar û OPECê ve, min wêne nîşan da ku wêne ne li berjewendiya zêdekirina berhemhênanê ye.”
Felah Amirî li ser mijara petrola Kerkûkê jî wiha axivî:
“Mijara Kerkûkê di demeke guncaw de ye ku berhem û dahatên wê diçin bo Îraqê û di vê çarçoveyê de bo Herêma Kurdistanê jî bi rêya mûçe û mesrefên xebitandinê.
Yanî ev berpirsyariyetek e û ne pêwîst e nakokî li ser hebe di vê demê de.”
Birêvebirê berê yê Kompanyaya SOMOyê Felah Amirî pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh bersivandin:
Rûdaw: Birez Amirî, silav û careke din hûn bi xêr hatin Rûdawê.
Felah Amirî: Silav li we be, hûn bi xêr hatin.
Rûdaw: Spas, gelo piştî vegera Trump û daxwaza wî ji welatên OPECê ku bihayê petrolê daxin, bi ya te ev dê çi qas bandorê li bihayê petrolê bike di salên bê de?
Felah Amirî: Di rastiyê de gelek faktor hene ku bandorê li bihayê neftê dikin. Di vê çarçoveyê de siyaseta Amerîkayê, siyaseta enerjiya Amerîkî û siyaseta OPECê bi heman rengî, li gel çend faktorên din ên bingehîn ku pêşkêş û daxwaz in.
Ev bingeha bazarê ye, yan jî bingeha aboriya cîhanê û meylên aborî yên cîhanê ye. Siyaseta Amerîkayê niha ji siyaseta berê û serokê berê yê Amerîkayê cuda ye. Serok Trump siyaseta Komariyan dimeşîne û Komarî bi xwe xwediyên pîşesaziya mezin a petrolê ne. Her wiha Trump kesekî xwedî nerîneke aborî ye û dixwaze aboriya Amerîkayê vejîne, hinardeyê zêde bike û hawirdeyê bi awayekî giştî kêm bike.
Di warê enerjiyê de jî bi heman awayî dixwaze hawirdeyê kêm bike û berhemanîn û hinardeyê zêde bike, xasma ji bo welatên Ewropayê da ku cihê Rûsyayê bigire.
Daxuyanî û biryarên wî yên dawî hemû bandoreke xerab dikin, cureyekî bêaramî û metirsiyê li ser welatan çêdikin. Ev siyaseta Trump ji bo wê yekê ye ku li hundirê welatê xwe hilberînê zêde bike û li derve jî bihayê neftê daxe. Armanca wî ew e ku bihayê neftê di navbera 50-60 dolarî de be û ew vê nirxê ji bo aboriya Amerîkayê baş dibîne û ji bo sektora enerjiya Amerîkayê guncav e.
Derbarê sektora enerjiya Amerîkî, di rastiyê de bila em bibêjin ku petrol û gaz bi rengekî giştî li du deveran tên berhemanîn - li Kendava Meksîkayê ku navê wê guheriye Kendava Amerîkî ku ev bi rastî beşeke mezin û girîng a berhema Amerîkayê pêk tîne.
Mijareke din an jî berhemeke din berhemanîna nefta kevirî û gaza kevirî ye ku ev jî li navçeyeke navenda axa Amerîkayê heye û mesrefa wan li gel bihaya ku tê xwestin li hev nake. Bi rengekî giştî awayê berhemanînê li peravên Meksîkayê kevin e û herêm bi çend pirsgirêkan re rû bi rû ye û mesrefa wê zêde ye ji ber ku di deryayê de ye.
Her wiha herêm tim bahoz û baranên giran lê dibarin û ev jî bandorê li berhemanîn û bihayê neftê dike û mesrefa her bermîlekê bi awayekî giştî di navbera 40-50 dolaran de ye. Eger mesrefa wê bigihîje nêzî 50 dolaran kompanî dê dev jê berdin û biçin beşdarî hilberîna neft û gazê li navçeya kevirî bibin.
Li wir du cureyên sîsteman an jî kêlgehan hene - kêlgehên hêsan hene ku erdêa wan ne zêde kevirî ye û petrol ne di kûrahiyeke zêde de ye. Kompanyayan ezmûn û pisporî di van zeviyan de bi dest xistiye û teknolojiya pêwîst di dest wan de heye ku mesrefa berhemhêna neftê tê de ji 40 dolaran kêmtir e lê çend kêlgehên nû jî hene ku mesrefa wan digihîje nêzî 70 dolarî ji bo her bermîlê. Ev kêlgeh li gel daketina bihayê neftê heta bi 60 dolarî, ez bawer im nikarin berhemê zêde bikin.
Ji ber ku ew kêlgehên ku em bibêjin ji sedî 20ê berhema neftê pêk tînin û mesrefa wan 70 dolar e ji bo her bermîlê, dikevin derveyî bazneya berhemhênanê. Lewma nikare berhemê ji 10,5 milyonî zêdetir bike bo 14 milyon bermîlan û dibe ku dakeve 11 milyon bermîlan.
Li vir pêwîstî bi wê heye ku budceyekê deynin û zelal bikin ka dê çi sûdê bigihîne aboriya wan, gelo dê ji sedî 20ê nefta kevirî bikin qurbanî ji bo vejîna aborî û sûdmendiya welatiyên xwe ji bihayê. Ev beşek bû ji siyasetê, eger tu dixwazî behsa welatên OPEC û Ewropayê jî bikî tu dikarî pirseke din bikî.
Rûdaw: Belê lê ya ku têkilî bi OPECê re heye zêdekirina berhemê ye ku wekî te amaje pê kir dibe ku bandor hebe û bi dilniyayî dê bandorê li bihayê neftê bike. Ez careke din vedigerim ser neftê, lê gava em behsa bihayê neftê dikin ji aliyê aborî ve, gava em behsa bihayê neftê dikin di navbera 55-65 yan 60 dolaran de, ev ji bo aboriya Îraqê tê çi wateyê?
Felah Amirî: Belê, pirs ew e ka bandora vê li ser Îraqê dê çi be. Di rastiyê de ew nîşanderên ku em çavdêriya wan dikin û şîroveya wan dikin 3 nîşander in. Yek jê ew e ku aramî di rewşa siyasî û şeran de hebe, aramî yanî ceza û ew mijar tunebe, yanî rewşa Xezeyê bi dawî bibe. Ev dê bibe para bidawîkirina bêîstîqrariya ku li bazarên neftê yên cîhanê heye.
Ji aliyekî din ew zêdebûna ku li ser bihayê neftê hebû namîne, yanî ew 3-4-5 dolarên ku di nav du hefteyan de bihayê neftê gihîşt 78 dolaran û dadikeve 73 dolaran û dibe ku zêdetir jî dakeve. Ev texmîn bi pileya yekem ji bo wê aramiyê vedigere ku em di vê demê de tê re derbas dibin û bûyerên şerê Xezeyê ku welatên OPECê hewl didin xwe li dora 70 dolaran biguncînin.
Lê di pêşerojê de eger aramî zêdetir bibe û berhemhênan zêde bibe, dema ku berhem zêde bibe welatên OPECê dê zêdehiya wan hebe. Eger OPEC jî zêdehî hebe û berhema Amerîkî jî wekî xwe berdewam bike yanî pêşkêşkirin zêde dike û bi vî awayî hevsengî çêdibe. Lê eger ew hevsengî di nav 3 mehên pêş de nemîne ku pêwîst e bi dilniyayî rewşa lezgîn bê berçavgirtin, tê texmînkirin ku biha dê dakeve 60 dolarî.
OPEC jî nahêle ji wê zêdetir dakeve eger rewşeke wekî Coronayê dernekeve. Yanî paşeroja bihayê neftê li ser welatên OPECê ye û eger biha berdewam be di daketinê de û berhemhênan jî wek niha berdewam be biha bilind nabe.
Hikûmet jî xwaziyarê bihayê bilind in ji bo danîna budceya welatên xwe, lewma qurbaniyê didin di berhemhênan û para OPECê de. Binêre berê em gihîştin 4,5 milyon bermîl lê di nîvê salê de em daketin 4 milyon bermîlan.
Texmîna sêyem bilindkirina bihayan e, ev jî texmîneke lawaz e û pêk nayê. Çima? Ji ber ku dibe heta şerê Rûsyayê jî bisekine. Ev hemû dê bandorê li bihayê neftê bikin. Niha bihayê neftê di budceya Îraqê de bi 70 dolarî hatiye danîn.
Ew zêdebûna ku me di salên 2023 û 2024an de sûd jê wergirt derbas bû. Lewma biha niha ji bo budceyê hestiyar e û ez bawer im eger texmîna yekem pêk were ku aramiyeke temam û biha dakeve û pêşkêşkirin zêde bibe, her wiha biha dakeve 60 dolarî, dê pirsgirêk ji bo wezaretên têkildar ên wekî darayî û neft û hin wezaretên din çêbibe û pêwîst e çareseriyeke ji bo vê rewşê bê dîtin.
Rûdaw: Belê, Îraq plana zêdekirina berhemê heye di salên pêş de, heta bi 7 milyon bermîlan...
Felah Amirî: Min bihîstiye... min bihîstiye belê...
Rûdaw: Gelo mimkin e?
Felah Amirî: Bi nirxandin û pisporiya min, ne baş e ku em behsa paşerojê bikin, ji ber ku hilberîn û biha ne pêşbînîkirî ne. Em dikarin hundir xurt bikin û pêşbîniya rewşa hundir bikin lê eger faktor ji derve be û aborî û nefta me jî girêdayî derve be, yanî bi dolar û OPECê ve, min wêne nîşan da ku wêne ne li berjewendiya zêdekirina berhemhênanê ye.
Ne li berjewendiya daxwaz û aboriya cîhanê ye ji ber nakokiyên siyasî du bere çêbûne -bereya Amerîka û Ewropa û bereya Rûsya û Çîn û Hindistanê-. Ev pirsgirêk ji bo aboriya cîhanê û veguhastina kelûpelan çêkiriye. Trump jî eger siyaseta bacê bimeşîne yanî hat û çûna kel û pelan dê kêmtir bibe û daxwaz jî li ser neftê kêm bibe.
Ji aliyekî din ve pêşkêşkirin zêdetir dibe ji daxwazê û aboriya cîhanê dê rola xwe di kêmkirina daxwazê de hebe. Lewma ez dibêjim zêdekirina berhemhênanê di vê demê de ku berhem zêde bikî û enerjiya berhemhatî zêde bikî - wekî min bihîstiye niha kapasîteya me ya berhemhênanê 5,5 milyon bermîl e û em dikarin bikin 7,5 milyon bermîl, ev pere xerckirin e û tiştek din nîne.
Di çarçoveya welatên OPECê de 4 milyon bermîlên me hene, heta eger zêdetir jî hebe di 3 salên pêş de para me nakin bo 5-6 milyon bermîl. Kêmkirin û zêdekirin tim 250-300 hezar bermîlî dibe, yan 150 hezar bermîl. Ev e ya ku tê serê Îraqê, dibe ku kapasîteya berhemhênanê bigihîje 7 milyon bermîlan lê ez bawer nakim berhema rastîn bigihîje 7 milyon bermîlan.
Rûdaw: Nerîn û nirxandina we derbarê peymana dawî ya bi British Petroleumê re çawa ye?
Felah Amirî: Ez bi giştî dinirxînim, yanî bi awayekî giştî û teknîkî. Ev peyman demek e Wezareta Petrolê behsa wê dike û gotûbêj li ser tê kirin ji 2015an ve. Tê bîra min armanc jê ew bû ku nefta Kerkûk û derdora wê rizgar bibe, ewên di bin kontrola hikûmeta Îraqê de bûn, ji ber ku ew kêlgeh pêwîstî bi girîngîdan û nûjenkirina kolan û nûjenkirinê hebû.
Berhema wan ji milyon bermîlekê daket biniya 700 hezar û 600 hezar bermîlî û niha dibe ku bûbe 400 hezar bermîl yan kêmtir eger ev rewş berdewam bike. Em li wezaretê ji ber vê balê didin ser British Petroleumê (BP) ji ber ku ew hûrgiliyên teknîkî dizane. Ev ji bo zêdekirina berhem, yan rizgarkirina wan kêlgehan û bilindkirina berhema wan bû.
Zêdebûn dê bi milyonan bermîl nebe, yanî wek mînak eger niha berhema wan 400 hezar yan 350 hezar bermîl be, armanc bilindkirina wê ye heta bi 600 yan 650 hezar bermîlî. Berî 5 salan armanc 850 hezar bermîl bû lê niha cuda ye.
Ez bawer im di demeke guncaw de hat, mijara Kerkûkê di demeke guncaw de ye ku berhem û dahatên wê diçin bo Îraqê û di vê çarçoveyê de bo Herêma Kurdistanê jî bi rêya mûçe û mesrefên xebitandinê. Yanî ev berpirsyariyetek e û ne pêwîst e nakokî li ser hebe di vê demê de.
Rûdaw: Birêz Felah Amirî, gelekî spas ji bo vê derfetê û careke din hûn bi xêr hatin Rûdawê.
Felah Amirî: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse