Bihayê petrolê bildind bû

29-12-2018
RÛDAW
Nîşan Petrol Bazar Amerîka Bermîl Bretn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hefteyekê necîgirbûna bazara petrolê, dawî bihayê petrolê ji ber bilindbûna borsayên Amerîkayê cîgir bû.

 

Herçiqas ji ber nîgeraniya ku rêjeyeke zêde ya petrolê dikeve bazarê, lê hê jî bihayê petrolê di asteke kêm de danûstandinpê tê kirin.


Bihayê petrola Brent di danûstandinên dawî yên bazarê de 4 sent bilind bû û bi 52 dolar û 20 sent danûstandin pê hat kirin. Herwiha nirxê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê 72 sent bilind bû û bi 46 dolar û 22 sentan danûstandin pê hat kirin.


Sedema bilindbûna bihayê petrolê vedigere bilindbûna borseyên Amerîkayê ku destpêka hefteya derbasbûyî rûbirûyê şepoleke firotinê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst