Cotkarê kurd: Ji petrolê re bîr heye, çima ji çandiniyê re nîne

Kelar (Rûdaw) – Letîf Şêx Mihyedîn ku 40 salî ye û nîştecihê navçeya Kelara Silêmaniyê ye, hewl dide bi berhemên xwe alîkarî bide welatiyên Kurdistanê û ew dibêje, ji bo zêdekirina berhemên xwe, hikûmet rê nade bîreke avê bikole.

 

Cotkar Şêx Letîf li ser 27 donim erdê çandiniyê 7 donim brokolî çandiye û dibêje; “Brokolî ligel avûhewaya vê herêmê nagunce. Ji ber ku li herêmên sar çêdibe. Me di şertên çandina xwe de hinek guhertin çêkir û bi vî awayî me karî ligel avûhewaya Germiyanê biguncînin.”

 

Şêx Letîf dibêje ev çend sale, hersal 5 heta 6 ton berhema brokoliyê dixe bazarên Herêma Kurdistanê û wiha diaxive:

 

“Jiber sûdên xwe yên zêde, ji brokolî re dibêjin paşayê şînatiyan. Di brokoliyê de elyaf û vitamin pir in. ji bo gelek nexweşiyan û herwiha nexweşiya penceşêrê jî baş e.”

 

Ji bilî çandina brokoliyê di bostana Şêx Letîf de 6 xaniyên serayê hene, ku her sal bacan, xiyar, bacanê reş, bîber, qernebît û sebzeyên din jî diçîne.

 

Li gorî gotina Şêx Letîf hersal nêzîkî 80 tonên berhan dide bazaran û diyar dike; “Ev karê me dibe sedem, ku di bazaran de nirxê sebze û şînkatiyê erzan dibe. Ev yek sûdê digihîne welatiyan û em bixwe jî sûdê jê werdigrin.”

 

Li aliyekê din ê zeviyê Şêx Letîf de nêzîkî 30 hezar darên berî yên sêv, poteqal, lîmon, narinc, hinar, hilûk, qeysî, zeytûn û xurmeyan hene.

 

Şêx Letîf dibêje; “Berhemên fêqiyan li gorî fêkiyan diguhere. Hinek heta 4 tonan berhem tînin lê hinek jî ji tonekê kêmtir in. Ev jî li gorî hejmara daran tê guhertin.”

 

Cotkarê kurd dide zanîn, ku salane nêzîkî 30 milyon dînaran ji bo dermankirin û xwedîkirina berhemên xwe xerc dike. Herwiha di zeviyê wî de 5 malbat, bi giştî 20 kes kar dikin.

 

Nêzîkî 7 donim ji erdê zeviyê Şêx Letîf beyar maye û ji ber kêmbûna avê nikare çandiniyê bike. Ew dibêje, ji bo vekirina bîreke avê hikûmet destûrê nade wî û tenê bîrek jî têra avdana zeviyên wî nake.

 

Şêx Letîf dibêje; “Xwezîka hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî derxistin û hilberîna petrolê, li ser pêşxistina kerta çandiniyê jî hizir bikira.”